Akademiya Îsmaîl Beşîkcî - Bihar/Payîz

Akademîyên bihar û payîzê di warê lêkolînên Kurdî danehevên tecrûbe û agahîyan bi armanca ragihîna akademîsyen, lêkolîner û xwendekarên ciwan hatîye amadekirin. Weqf bi bernameya akademîyê bi vîzyon û perspektîfa ku dizivire sazîyeke di warê xebatên Kurdî de afirandina agahîyan û vê yekê qismê civakê yên fireh berbelav kirinê ji bo têxe jîyanê ji xwe ra dike armanc.

Wane di akademîya biharê de wê bi Tirkî, di ya payîzê de jî wê bi Kurdî werin dayîn. Bi rêya bernameyeke du zimanî, di qada zanistên civakî derbarê xebatên Kurdî ji danehevan sûdê werdigirin. Bi pêkhatina ked û hewldaneke mezin hilberîna akademîya Kurdî jî wê derfeta pêşketin û ragihandinê bibîne.

 

Akademîya Biharê

Ev demên dawî li zanîngehên Tirkiyê vekolana ser ziman, çand, ol û nasnameya Kurdî, axaftin, perwerde standin rewşeke hîn dijwartir de ye. Akademîya Biharê bi armanca bûhartina vê dijwarîyê, lêkolîner û akademîsyenên di vî warî de dixebitin bi xwendekarên lîsans, master û doktorayê ku eleqeya wan bi vî warî re heye bînin ber hev hat sêwirandin. Akademî bi awayê semînerên ku wê heft hefte bidome hatîye amadekirin.

Akademîya biharê wê li avahîya WÎBê li Stenbolê tê sazkirin. Her sal 30 xwendakarên lîsans, master û doktorayê wê were standin. Zimanê bernameyê Tirkî ye. Dawîya akademîyê de ji bo beşdarvanên ku bi awayeke serkeftî bername domandine wê bawername were dayîn.

 

Akademîya Payîzê

Di van 10 salên dawî de li zanîngehên Tirkîyê bi saya beş û enstîtûyên di warê Kurdî de perwerdeyên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê didin literatûreke Kurdî (Kurmancî- Kirdkî)  û akademîk ku mirov nikare piçûk bigire hatîye hilberandin. Akademîya Payîzê bi vê armanca wêje û hilberîna akademîya Kurdî bêhtir were dîtin û zanîn hatîye amadekirin. Akademî wê her sal di meha cotmehê de bi semînerên Kurdî (Kurmancî, Kirdkî) bi awayê ku wê 8 hefte bidome dest pê bike.

Akademîya ku wê li avahîya WÎBê were lidarxistin, wê her sal 30 xwendekarên master, lîsans û doktorayê were stendin. Ên ku wê beşdarî vê bernameyê bibin lazim e bi awayeke baş Kurdî bixwînin û binivîsin. Beşdarvanên ku bi awayeke serkeftî û rêkûpêk berdewam bikin wê di dawîya akademîyê de bawernameyên xwe bigirin.

AKADEMIYA İSMAİL BEŞİKCİ YA PAYÎZÊ 2023-NOMOSA KURDISTANÊ DI SEDSALA 20MÎN DE

  • 14:00
  • 06/01/2024
  • Internet

Axaftvan:
Moderator: Can Şeker

AKADEMIYA İSMAİL BEŞİKCİ YA PAYÎZÊ-PAYÎZ 2023:NOMOSA KURDISTANÊ DI SEDSALA 20EMÎN DE
Kordînator: Can Şeker
‘Gelo mimkun...

Akademîya İsmail Beşikci-Payîz 2022: Perwerde û Hînkirina Kurdî: Rê û Rêbazên Zimanhînkirinê

  • 14:00
  • 05/11/2022
  • Internet

Axaftvan:
Moderator:

AKADEMÎYA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ PAYÎZ 2022
PERWERDE Û HÎNKIRINA KURDÎ: RÊ Û RÊBAZÊN ZIMANHÎNKIRINÊ
Kordînator: Şehmus...

Akademiya Îsmaîl Beşîkcî-Bihar 3

  • 14:00
  • 29/05/2021
  • Internet

Axaftvan:
Moderator:

Hilberîna zanyariyan derbarê wan kesan ku mafê gotinê ji wan hatî stendin
Bernameya Akademîya Îsmaîl Beşîkcî-Bihar 3...

Akademiya Îsmaîl Beşîkcî-Payîz 2

  • 14:00
  • 12/12/2020
  • Internet

Axaftvan:
Moderator:

Ev forma serlêdanê ya Akademiya Îsmaîl Beşîkcî-Payîzê ye.Bernameya Akademiya Payîzê dê di navbera 12.12.2020 û 23.01.

Akademiya Îsmaîl Beşîkcî Sonbahar- 1

  • 14:00
  • 15/03/2019
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon

Axaftvan:
Moderator:

Piştî yekem Akademîya Biharê ya bi Tirkî duyem bernameya Akademîya Payîzê ya bi Kurdî ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî dê di...

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği