Dostên hêja,
Ez dixwazim xeberek xweş bi we re parve bikim. Mamosye Îsmaîl Beşîkcî ji beşa lênêrîna giran derxistin û hildan odeyeke taybet. Min, Xalid Sadinî, Dr. Gencettin Öner û Prof. Dr. Cenap Ekinci ew di odeyê de bi cih kir.
Mamoste Beşikci ji me pirsî, “Hûn ê kengî min ji nexweşxaneyê derxin?” Min jê re got “Divê tu sebir bikî, tu sembola berxwedaneke mezin î”. Her wiha min jê re got ku gelê Kurd jê pir hez dike û ji her beş û perçeyên Kurdistanê gel li dora wî bûye yek. Min got, “Hêvîdar im, ev bûyer dê bibe alîkar ku yekîtiya neteweyî ya Kurd çêbibe.”
Dostên hêja, heke em bi rastî ji Îsmaîl Beşîkcî hez dikin û dixwazin ku ew bi tenduristiyek baş vegere, divê em heya tedawîya wî temem nebe ji bo herin odeya wî hewl nedin. Divê em mamosteyê xwe demekê îzole bikin. Li vir û li derdorê nexweşiya grîp û Covîdê pirr berbelav e. Em di vê mijarê de rica ji we dikin ku hûn me fêm bikin.
Di dawiyê de, dema ku min silav û hezkirina we ji çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ji wî re ragihand, ew pir kêfxweş bû, bi rastî hestiyar jî bû.
Heta hevdîtina me bi dawî bû, ken li ser rûyê wî kêm nebû.
İbrahim Gürbüz
01.10.2025, Saet: 17.00