Xebera wefatkirina wênesazê Kurd ê Dêrsimî Rıza Topal em xemgîn kirin.
Huner, yek ji riyên herî baş e ku miletek dikare pê nasname, dîrok û berxwedana xwe îfade bike û nîşan bide. Gelê Kurd, digel bi gelek zehmetî û pêkutiyên mezin re rû bi rû maye, tu demê têkiliya xwe ya bi hunerê re qut nekiriye, di her warî de hunermendên mezin di nava xwe de rakiriye. Wênesaz Rıza Topalê Dêrsimî ku duh ji nava me bar kir jî, yek ji van navan e. Ew hunermendekî hêja bû ku bi hunera xwe hewl dida dengê gelê Kurd ragihîne.
Ji ber ne hunermendê neteweya serdest bû dibe ku eleqeya heq dikir nedîtibe. Lê belê hunera wî wek awêneyekê bû ku ruhê gelê wî dida nîşan. Gelek berhemên wî yên ku wî bexşandibûn Weqfa İsmail Beşikci, wê li dîwar, jûr û salonên weqfa me her bijîn. Rengên wî, şopên firçeya wî û bihîstiyariya wî dê weke mîrasekê ji me re bimîne.
Ji ber wefatkirina Rıza Topal em di nava xemgîniyeke giran de ne.
Ji ber keda wî ya bo hunera Kurdî û weqfa me, em jê re minetdar in.
Em bi rêzdarî wî bibîr tînin, ji malbata wî, hejkiriyên wî û gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.
Heyeta Mutewelî ya Weqfa İsmail Beşikci
Lijneya Birêveber ya Weqfa İsmail Beşikci