
Rapora Li Zanîngehên Tirkiyeyê Îxlalên Mafên Akademîk Yên Di Qada Xebatên Kurdî De Hat Weşandin
Rapora Li Zanîngehên Tirkiyeyê Îxlalên Mafên Akademîk Yên Di Qada Xebatên...
Em li dildarên ku mîsyon û armancên weqfa me dipejirînin, digerin.
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) ji roja ku ava bûye û vir ve, ji ber lidarxistina çalakî, Konferansên Xebatên Kurdî û weşanên xwe ve xwe gîhandîye gelek kesî û ji ber vê hindê kesên ku piştevanîya xebatên me dikin, tev li xebatên me dibin û ji me sûdekî wergirin jî her ku diçin zêde dibin. Em di wê bawerîyê de ne ku em dê bi piştevanî û tevlîbûna we ve karên hîn baştir bikin
Li gorî ku di raporta çalakîyan a sala dawîyê de jî tê xuyakirin, xebatên me yên weqfê bi ked û tevkarîyeke bêhed a însanî li dar dikevin.
Tevî lîjneya mutewelî ya weqfa me, endamên lîjneya rêveberîyê, hevkarên nûnertîya me ya Amedê û kedkarên weqfa me, em weke malbata WÎBê, ji kesên ku piştevanî û tevkarîya me dikin re, spasîyên xwe yên bêhejmar dişînin.
Zêdebûna xebatên me dike ku zêdetir pêwîstiya me tevkarîya dildaran çêbe. Ev karên dildarî dibe ku hin caran wergêrî û girtina wêneyan be, û hin caran jî dibe karekî wekî jimartina pirtûkan û hwd. be.
Hûn dikarîn forma li jêrê dagirin û di warên pêwîst de bibin dildarê me, her wiha hûn dikarin li gorî pîşe û pisporîyên xwe pêşniyara dildariyê bikin.