Rêya ku ber bi sazîbûnê ve diçe

Di serî weqfa me ya ku ji bo armancên xwe yên nivîskî  di rêznameya damezrandina xwe bîne cih hatiye avakirin, di heman demê de ji mamosteyê me Dr. Îsmaîl Beşîkcîyî re ku jîyana xwe ji bo afirandina hizr û ramanên li ser Kurd û pirsgirêka Kurdan feda kirîye weke deynê dilsozîyê ye.

Salên 1960î ku bikaranîna bêjeya Kurdî bi xwe tabûyek bû, di salên xwe yên 20î de hê lî Zanîngeha Ataturk ya Erziromê akademîsyenekî ciwan bû hîn ku cara ewil lê rast hatibû, bi gotina xwe  li bin guhê hişmendîya kurdan ketibû”  – Ji wan rojan hetanî îroj Îsmaîl Beşîkcî bi wêrekî xebatên xwe yên derbarê Kurdan, ji bêalîbûn, dirustî û zanyarîya xwe ya akademîk û ji berbirsîyarîya xwe ya ronakbîrî qet tawîz nedaye, bênavber xebatên xwe domandîye. Mamoste Beşîkcî ji ber vê yekê li gelek lêpirsîn û cezeyên girtinê re rû bir û maye, 17 salê jiyana xwe li girtigehê derbas kirîye.

Berevajî akademîsyen û lêkolînerên  ku bi qasî hiştina îdeolojîya fermî difikirin û diafirînin, çav li rastîyên welatên xwe digirin û heta rastîyan dirixînin, bi girêdana xwe ya rêbaza zanistî û etîk, bêalîbûn û azadîyên akademîk bûye rûmetê ronakbîran. Bi nêrîna xwe ya birûmet û bi xebatên xwe ne tenê Kurd, fikarên gelekan ronî kirîye, best û wêrekî daye û rêzdarîya wan bi dest xistîye.

Weqfa me li hember mamosteyê me nîşaneya rêzdarîya me ye.

Çîroka Rêya ku Diçe Weqfê bi parvekirina şayîşên xwe yên bi hevalên derdora xwe ra,  yên di derbarê dahatûya arşîva xwe ya di nav şêst salan da kom kiribû ku kêmzêde ji 20 hezar pirtûk, 3 hezar kovar û rojnameyan pêk dihat lê belê bi demê ra kêm bûbû û heta gelek weşan jê winda bûbûn a Îsmaîl Beşîkcî dest pê kir. Îbrahîm Gurbuzê ku difikirî rêya herî baş a parastina vê arşîvê, damezirandina Weqif û pirtûkxaneyekê ye, vê fikra xwe cara ewil bi Ruşen Arslan, Îsak Tepe, Talat Înanç û Abdullah Baran ra parve kir û beşdarîbûyîn û piştgirîyê ji wan wergirt. Ev fikir bi bexşkirina du qatan û mafê bikaranîna sê qatan ên bînaya Îbrahîm Gurbuz ya ku hîn jî wekî navenda Weqfa me li Beyogluyê tê bikaranîn bi gîyan bû.

Weqfa ku di Rojnameya Fermî ya bi dîroka 27 Mijdar 2011an da biryara damezirandina xwe da weşandin, di 7 Kanûna Paşîn 2012an da ku roja rojbûna Mamoste Îsmaîl bû, bi tevlêbûna hogir û destgirên me bi merasîmekê dest bi kar kir.

Weqfa ku Îsmaîl Beşîkcî Serekê Rûmetîyê lê dike ji lijneya mutewelî ya damezirîner Îsmaîl Beşîkcî, Îbrahîm Gurbuz, Îsak Tepe, Talat Înanç û Abdullah Baran pêk tê.

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği