Em kî ne?

Weqfa Îsmaîl Beşîkcîyî (WÎB)

Li ser navê Dr. Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe li ser xebatên Kurdî,  bi awayek azad vegotina fikarên rexneyî û ji bo parastina azadiyên akademîk feda kiriye, bi armanca vejandina têkoşîna wî, xebatên wî û rêbaza wî ya zanyarî di sala 2011an de hatiye avakirin.

Koleksîyona şexsî ya Mamoste Îsmaîl jî di nav de 12.000 pirtûk, 800 kovarên cuda û arşîva ku nêzî 3000 hejmarî ku ji 97 rojnameyên cuda pêk tên, bi navê pirtûkxaneya lêkolînê ya WÎBê ji xwînerên xwe re vekir. Şax û pirtûkxaneyeke weqfê li Amedê  ji sala 2014an û bi vir de xebatên xwe dimeşîne.

Weqf çer ku hatîye avakirin ji bo pêşketina azadîyên vegotinê û akademîk û ji bo bihêzkirina qada xebatên Kurdî dixebite, heta îroj ligel gelek panel, semîner, civîn, kargeh û akademîyan di sala 2013an de yekemîn konferansa xebatên Kurdî yên navneteweyî li dar xist.

Ligel hemû berhemên mamoste Beşîkcî weqf gelek berhemên qada xebatên Kurdî digihîne xwînerên xwe û ji 2017an vir ve bi heman kesan û lijneya xwe ya weşanê kovara ‘’Kürt  Tarihi’’ derdixe.

Vîzyona me

Piştgirî dayîna, fikarên zanistî û rexneyî, azadîyên akademîk, maf û azadîyên mirovî ku tên parastin, mafên komên ku di warê çandî û olî de rewşeke neyînî de ne hurmetdar û van mafan dixe bin temînatekê, pêkhatina aşitî û wekhevîya navcivatî,  çareserkirina pirsgirêkên bi danûstandin, rûmet û bi dilxwazî ,beşdarkirina wekhevîya zayendîya civakî nav jîyanê, xwe dispêre serdestîya hiqûqî, xweşdîtin û plûralîst. Civakeke azadîxwaz û demokrasîya beşdarvan û pêkhatina pergaleke sîyasî.

Mîsyona me

Têkoşîna ji bo pêşketina azadîya gotinê û azadîyên akademîk. Rapordayîn û şopandina îxlalkirina mafên di vî warî de.

Bi pejirandina pêşketina fikarên zanyarî yên azad û di navbera azadîyên demokratîk ji çêbûna têkîlîyeke nêz derdikeve rêyê,  akademîyeke ji zextên sîyasî û îdeolojîk pakbûyî û ji bo bicihkirina çanda zanîngehên xweser xebitandin û çalakî amadekirin.

Awayeke bi disîplîn pêşketina xebatên Kurdî, meşandina xebatên nû û resen ên di vî warî de, arşîvkirina berhemên devkî, dîtbarî û nivîskî ku di derheqê Kurdan de hatiye amadekirin û tevkarîkirina ji bo ragihindina nifşên pêşerojê, teşwîqkirin û piştgiriya xebatên di vî warî de, têkîlî avakirin û di vî warî de xwestina zivîrandina navendekê.

Gelemşeya Kurdî di serî de piştgirî dayîna bi rêyên aşitîyane û danûstandina çareserkirina hin pirsgirêk û têkçûyînên civakî û civakeke xwe dispêre piranîparêzîya sîyasî, mafê mirovî, çandî, wekhevîxwaz, azadîxwaz û demokratîk û ber bi avakirina pergala sîyasî û hilberîna agahîyên akademîk.

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği