Akademiya Îsmaîl Beşîkcî - Bihar/Payîz

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    Internet

  • Dîrok:

    05/11/2022

  • Saet:

    14:00 - 17:00

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

AKADEMÎYA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ PAYÎZ 2022

PERWERDE Û HÎNKIRINA KURDÎ: RÊ Û RÊBAZÊN ZIMANHÎNKIRINÊ

Kordînator: Şehmus Kurt

Perwerde û hînkirina bi zimanê kurdî yek ji daxwazên sereke û rewa yên raya giştî ya kurdî ye. Di sala 2009an de li Zanîngeha Mardin Artûklûyê, Enstîtûya Zimanên Zindî hatiye damezirandin û di bin banê vê enstîtûyê de Beşa Ziman û Çanda Kurdî hatiye vekirin. Piştre li 5 zanîngehên cuda bi heman navî bernameyên lîsansa bilind vebûne û heta niha ji van bernameyan çi ji beşa lîsansa bêtez û çi jî ji lîsansa bilind a bitez nêzî du hezar namzedên mamostetiya kurdî derçûne. Herwiha di serî de ji Zanîngeha Mardin Artûklûyê û li sê zanîngehan nêzî 250 kesan ji beşa lîsansê ya Ziman û Wêjeya Kurdî derçûne. Bernameya ‘Akademîya İsmail Beşikci-Payîz 2022 - Perwerde û Hînkirina Kurdî: Rê û Rêbazên Zimanhînkirinê’ xîtabî namzedên mamostetiya kurdî dike ku ji lîsans û lîsansa bilind derçûne û herwiha xîtabî kesên ku fêrkirina kurdî ji xwe re kirin kar û armanc, ji ber vê yekê jî armanca bernameyê ew e ku ji teoriyê bêhtir pratîkê derxe pêş. Beşdar, serenavê mijaran û bernameya heftane li jêrê hatiye pêşkêşkirin.

Akademî oline ye û zimanê wê kurdî(kurmancî) ye.

NÎŞE: Ji bo bernameyê wê hejmareke diyarkirî ya beşdaran bê qebûlkirin û ji beşdaran tê xwestin ku bi rêk û pêk beşdarî dersan bibin. Di dawiyê bernameyê de wê ji bo xwendekarên ku ji şeşe hefteyan beşdarî pêncan bûne belgeya beşdarîyê were dayîn.

LÎSTEYA MIJAR Û BEŞDARAN

HEFTE

BEŞDAR

MIJAR

Hefteya Yekem

05.11.2022


Haydar Diljen

Di Hînkirina Zimanan da Rola Mamosteyan:
Mînaka Hînkirina Kurdî

 

Hefteya Duyem

12.11.2022


Cemil Güneş

Rê û Rêbazên Hinkirina Zimanî yên Guncan
bo Hînkirina Kurdî di Peywendên Cuda de

 

Hefteya

Sêyem

19.11.2022

 

Resul Geyik

Hînkirina Kurdî Wekî Zimanê Yekem, Zimanê Duyem û Zimanê Biyanî

 

Hefteya

Çarem

26.11.2022

 

Şehmus Kurt

 

Cihê Rêziman û Çar Şîyaneweriyên Zimanî di Hînkirina Zimanan da: Mînaka Hînkirina Kurdî

 

Hefteya

Pêncem

03.12.2022

 

Kenan Subaşı

 

Bikaranîna Keresteyên Folklorîk di Hînkirina Zimanî de: Mînaka Hînkirina Zimanê Kurdî

 

Hefteya

Şeşem

10.12.2022

 

Tahirhan Aydın

Nirxandin, Hilbijartin û Amadekirina Materyal
û Pirtûkên Hînkirina Kurdî: Mînaka Kurdîzanê

Tarîxa Dawî ya Serîlêdanê: 28.10.2022
Tarîxa Diyarkirina Encaman: 02.11.2022
Tarîxa Destpêka Bernameyê: 05.11.2022
Tarîxa Dawî ya Bernameyê:10.12.2022
Roj û Saet: Şemî, 14.00-17.00 

 

 

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği