İsmaîl Beşikcî û Serokê Lijneya Rêvebiriya WİB’ê İbrahim Gürbüz Li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civinêk pek anin!
İsmaîl Beşikcî û Serokê Lijneya Rêvebiriya WİB’ê İbrahim Gürbüz Li Hewlêrê bi...
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
Internet
12/12/2020
14:00 - 17:00
Bernameya Akademiya Payîzê dê di navbera 12.12.2020 û 23.01.2021ê da, di berdewamiya heft hefteyan da, her roja şemiyê, di saet 14:00-17:00an da, bi awayê Online û li ser platforma Zoomê pêk bê.
Akademiya Payîzê, di bin banê xebatên Kurdî yên Weqfa Îsmaîl Beşîkcî da, girêdayî armanca pêşvebirina azadiya akademîk û fikrî pêk tê. Hêzdarkirina şiyana akademik ya xwendekarên lîsans, master û doktorayê yên ku di dahatûyê da daxwaza xebatên cîhana Kurdî dikin, armanca sereke ya vê akademiyê ye.
Hejmara xwendekarên ku dê beşdarî bernameyê bibin, sînordar e. Daxwaz ew e ku xwendekar bi awayekî bi rêk û pêk tevlî bernameyê bibin. Di dawiya bernameyê da ji xwendekarên beşdar ra sertîfîkaya beşdariyê tê dayîn.
Tarîxa dawiyê ya serlêdanê: 09.12.2020
Diyarkirina encamên serlêdanan: 10.12.2020
Destpêkirina bernameyê:12.12.2020
Bidawîbûna bernameyê: 23.01.2021
Koordînatorê bernameyê: Cumhur Ölmez
Bernameya Akademiya Îsmaîl Beşîkcî-Payîz 2020-2021
12.12.2020: M.Şerif Derince -Modelên Perwerdehiya Pirzimanî û Rewşa li Tirkiyeyê ji bo Kurdî
19.12.2020: Selda Araz - Analîza Dersên Hilbijartî: Hin Tecrûbe û Peşnîyar ji bo Perwerdeyîya Zimanê Kurdî
26.12.2020: Şehmus Kurt - Tecrûbeya Enstîtuyên Zimanên Zindî Li Tirkiyeyê: Mînaka Zanîngeha Mardîn Artukluyê
02.01.2021: Hewa Salam Khalid - Tecrûbeya Perwerdehiya Kurdî li Başûr
09.01.2021: Nurettin Beltekin - Ji Alîyê Felsefeya Perwerdehî ve Perwerdehîya Kurdî
16.01.2021: Ronya Bewran - Analîza Pirtûkên Dersan ên bi Kirmanckî/Zazakî
23.01.2021: Ronayî Onen - Hînkirina Zimên wekî Perçeyeke Aktîvîzma Zimên; Tecrûbeya TZPKurdî û Pirtûka Hînkerê