İsmaîl Beşikcî û Serokê Lijneya Rêvebiriya WİB’ê İbrahim Gürbüz Li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civinêk pek anin!
İsmaîl Beşikcî û Serokê Lijneya Rêvebiriya WİB’ê İbrahim Gürbüz Li Hewlêrê bi...
AKADEMIYA İSMAİL BEŞİKCİ YA PAYÎZÊ-PAYÎZ 2024
“Di sedsala 17mîn û 18mîn de Kurdistan”
Kordînator: Can Şeker
Moderator: Elif Gün
Ma mirov dikare behsa “Nomosa Kurdistanê” bike û/an jî dikare ava bike? Me xwest di nîqaşên li ser Nomosa Kurdistanê de bi gellek pirsan bibersivîn. Bi taybetî jî di Akademiyên ku hatine lidarxistin yên wekî Akademiya Biharê ya 2023an a bi navê “Di Sedsala 21an de Nomosa Kurdistanê” û Akademiya Payîza 2023an a bi navê “Nomosa Kurdistanê di Sedsala 20an de” me xwest van pirsan bibersîvînin. Ji aliyê din ve jî Akademiya Bihara 2024an bi armanca ku di dîroka sedsala 19an de Kurdistanê, tenê li ser bingeha ‘elît’, ‘avahiyên siyasî’ û/an jî ‘kes/bûyer’, 'gotûbêjên dîroka alternatîf', ji nivîseke dîrokî wêdetir îhtimalan nîqaş bike û li ser raweste. Di akademiya dawî de, îmkanên avakirina pozîsyoneke navendî (maja kolektîf) ji bo beşên civakî yên cihê yên di dîroka Kurdistanê ya sedsala 19an de ku koka sedemên neteweyî û navneteweyî yên têkçûna avakirina dewlet-netewe-netewan e. Di sedsala 20an de jî di navendê de neteweya Kurd hebû. Lê belê hêjayî gotinê ye ku dema di navbera sedsalên 17-18an de bi gelemperî di lêkolînên osmaniyan de û bi taybetî di Kurdistanolojiyê de wekî 'serdema nezelal', 'veguhêz' an jî 'serdema navîn' tê binavkirin û gelek sedemên wekî pirsgirêkên çavkaniyê û hebûna serhildanên mezin in. Li aliyê din Akademiya Payîzê ya 2024an ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, di bin sernavê ‘civakên rojhilatî’ de diyar dike ku ew civakên pasîf, statîk in, di nav nîzamek de dijîn ku milkê taybet tune ne û di desthilatdariya yek kesî de serdest e. Li ser bingeheke têgînên weke 'Despotîzma Rojhilat' û 'Dewleta Absolutîst' pêk hatiye, dixwaze balê bikişîne ser bandora nêzîkatiyên plansaz ên li ser lêkolînên li ser erdnîgariya Kurdistanê yên sedsalên 17an û 18an. Mijara vê akademiyê ew derfetên ku lêkolînên akademîk ên bi gelek çavkaniyan hatine kirin, bi taybetî Qeydên Şerîetê yên van sedsalan, di warê derçûna ji çarçoveya ku li jor behs kirî de dikare pêşkêşî me bike.
Navên mamosteyan, sernavên mijaran û bernameya heftane li jêrê hatiye pêşkêşkirin
Akademî online ye û zimanê wê bi kurdî (kurmancî) ye.
NÎŞE: Ji bo vê bernameyê hejmareke diyarkirî yên beşdaran dê bên qebûlkirin û ji beşdaran tê xwestin ku bi rêkûpêk beşdarî dersan bibin. Di dawiyê bernameyê de wê ji bo xwendekarên ku ji pênc hefteyan beşdarî çaran bûne belgeya beşdarîyê were dayîn.
Tarîxa Dawî ya Serîlêdanê: 09.12.2024
Tarîxa Diyarkirina Encaman: 10.12.2024
Tarîxa Destpêka Bernameyê: 14.12.2024
Tarîxa Dawî ya Bernameyê: 18.01.2025
Roj û Saet: Şemî, 14.00-17.00
HEFTE | BEŞDAR | MIJAR |
Hefteya Yekem 14.12.2024 |
Veysel Başçı | Panoramaya Rojhilatê Kurdistanê di Sedsala 17an û 18an de |
Hefteya Duyem 21.12.2024 |
Mehmet Rezan Ekinci | Di Sedsala 17an de li Kurdistanê Têkoşîna Sefewî û Osmanîyan û Rolên Mîrektîyên Kurdan |
Hefteya Sêyem 04.01.2025 |
Muhsin Soyudoğan | Aboriya Siyasî ya Eşîran: Mînaka Ayntaba (Dîlok) Osmanî |
Hefteya Çarem 11.01.2025 |
Sacha Alsancaklı | Di sedsala 17an de Nêrîneke Siyasî û Civakî li Kurdistanê |
Hefteya Pêncem 18.01.2025 |
Zülküf Ergün | Keşifkirina Ehmedê Xanî di Pêvajoya Avakirina Kanoneke Neteweyî de bi Berawirdkirina Sedsala 17an û Serdema Modern |