Ji Serokê İBVê İbrahim Gürbüz der barê mamoste Beşikci de daxuyanî
Dostên hêja,
Ez dixwazim xeberek xweş bi we re parve bikim. Mamosye Îsmaîl...
| Beş | : |
| Dîrok | : 23/10/2025 |
| Çap | : 1 |
| Nivîskar | : İsmail Beşikci |
| Weşanger | : Weqfa Îsmaîl Beşîkcî |
| Rûpel | : 264 |
| Qebare | : 13,5*21 cm |
| ISBN | : 978-625-95306-8 |
|
|
|
Rêbaza zanistê; ji diyardeyan hereket dike, rastiya berbiçav esas digire û hişmendiya dîrokê tehlîl dike. Îdeolojiya fermî dîrokê û diyardeyan tehrîf dike, ceza dike wan kesên ku bi rêbaza zanistî diyardeyan nîqaş dikin.
Rêbaza zanistê bi awayekî bêsînor vekirî ye ji geşbûn û pêşveçûna li ser bingeha azad a fikirîn, derbirîn û nîqaşên akademîk re. Ji bo vê yekê hewl dide şer bike bi îdeolojiya fermî re ya derdikeve ser riya wê, da ku zanistê bike serdest li qada ramanî. Pir diyar e ku têgeha rexneyê bi awayekî berfireh tê bikaranîn. Bêguman rexneya siyasî û civakî dihewîne. Rexne hêmaneke bivênevê ye di ramana zanistê de. Weke mînak, li Tirkiyeyê bi salan, bi zanatî, bi israr û bi biryar fikrek hatiye parastin ku li Tirkiyeyê neteweyeke bi navê Kurd tune, bi navê Kurdî zimanek tune. Dewlet hewl dide vê nêrînê berbelav bike û bi civakê bide pejirandin bi riya emilandina karîger û berbelav a amûrên giştî yên ragihandinê yên mîna rêveberiya gişteyê, saziyên perwerdehiyê, sendîka, partiyên siyasî, çapemenî, radyo, TV, sînema û şanoyê da ku îdeolojiya fermî bike serdest. Dewlet ji bo vê diemilîne amûrên tepisandinê yên îdeolojîk.
Ev bisazîbûn, astenga herî mezin e li ber hilberandina zanistê. Tekane riya derbaskirina vê astengê jî ew e ku zanist divê bikaribe rexne bigre li îdeolojiya fermî.