Semîner û Panel

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    İBV Diyarbakır Temsilciliği

  • Dîrok:

    23/10/2022

  • Saet:

    14:00 - 15:15

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

23yê Cotmehê roja yekşemê, saet 14.00yan nivîskar û siyasetmedar Ercan İlgin wê bi moderatoriya Eser Karayel li Nûnertiya weqfa me ya li Amedê, li ser “Nêrîneke Nû li ser Netewperweriyê” gotûbejekê bide û piştî gotûbêjê wê pirtûka xwe bo beşdaran îmze bike. 

Zimanê gotûbêjê tirkî ye û ji bo çalakiyê hûn vexwendî ne.

Debarê Ercan İLGİN de

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Ercan İlgin, di sala 1961ê de li Amedê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî û amadeyî li Amedê xwendiye. Di sala 1980yî de ji neçarî xwendina xwe ya li Zanîngeha Enqerê terikandiye. Piştî ku zanîngeh terikandiye li Stenbolê bi cî bûye. İlgin, hêj ji dema ciwaniyê ve di nava Tevgera Kurd de cî girtiye û niha ew ne endamê tu partî û rêxistineke siyasî ye lê li çendîn dam û dezgehên saziya civaka sivîl kar kiriye. Ew demekê wekî pîşesaz û karsazekî xebitîye. Zewicî ye û bavê sê zarokan e. Wî nêrînên xwe yên li ser netewperiyê bi navê 'Milliyetçiliğe Yeni Bakış” (Nêrîneke Nû li ser Netewperweriyê) di pirtûkekê de çap kiriye.

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada