Semîner û Panel

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    İBV Diyarbakır Temsilciliği

  • Dîrok:

    26/11/2022

  • Saet:

    14:00 - 15:15

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

26ê Mijdarê roja şemiyê saet14.00an em ê bi moderatoriya Şerfxan Yetîz, Kurê Mele Amadettin Yetîz (Seydayê Gurdilî), nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj û helbestkar Şêx Mizbah bikin mêvan û li ser Jiyan û Berhemên Seydayê Gurdilî bernameyeke bîranînê pêk bînin. 

Zimanê çalakiyê bi kurdî ye û hun ji bo çalakiyê vexwendî ne

DERBARÊ SEYDAYÊ GURDILÎ DE

Seydayê Gurdilî bi xwe ji xelkê gundê Kirîva li navçeya Misircê (Kurtalan) ya Sertê bû û di sala 1936an de hatîye dinyayê. Li medreseyên Kurdistanê ji alimên kurd ders wergirtîye. Yek j iwan Melle Evdilayê Sergewra ye.  Li Bismilê, li gundê Aquba nezîkê 20 sal meletî kirîye Seyda Amadettin yek ji kadirên PDKT ye bû. Her wisa wî di damezrandina Hevgirtin-PDK de jî cîh girtî bû. Seyda her wisa helbestan jî dinivîsand û helbestên wî ji alîyê weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2012an de bi navê ‘Dîwan, Banga Yekîtî Bo Azadî’ hatîye weşandin. Seyda Gurdilî (Mele Amaddettin Yetîz) di 02.12.2020 an de wefat kiriye.

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada