Serîlêdanên Bûrsa Perwerdeyê ya Îsmet Şerîf Wanlî destpê kirin

BÛRSA PERWERDEYA ZAROKAN A AFKİV-KOMELEYA ÎSMET ŞERÎF WANLÎ

1. Konsept bi kurtî

  • Armaca bûrsê tenê perwerdekirina zarokan e û bêyî ku li ziman, bawerî û nijada wan bê bihêrîn bi awayekî wekhev bo zarokên keç û kur tê dayîn. Herwiha em dê pêşekiyê bidine wan zarokan ku ji ber sedemekê dê yan bavên girtî ne yan jî wefat kirine.

2. Şert û mercên serîlêdanê

  • Divê serlêder perwerdeya seretayî qedandibe û temenê wê/î di navbera 12-18 salî de be
  • Divê serlêdar dûpat bike ku pêwîstiya wê/î bi alîkriyê heye (form di pêvekê de ye)
  • Divê serlêder li bajar, bajarok yan jî gundekî bakurê Kurdistanê bijî
  • Divê serlêder perwerdeya seretayî (4 sal) bi serkeftî temam kiribe
  • Dema serlêder burs wergirt divê bi awayekî serkeftî derbasî poleke nû bibe
  • Çênabe ku serlêder xizm û nasekî (birazî, xwarzî, mixaletî, nevî û hwd.) rêveberiya WÎBê û AFKİVê be
  • Divê serlêder halê hazir ji saziyeke fermî yan taybet bûrsekê wernegire
  • Bûrs salane ye û divê hersal car din serlêdan bêne kirin
  • Bûrs bo hesabê xwendekarê/î yan jî bo hesabê nasekî bûrsiyerî tê razandin
  • Serîlêdan li ser înternetê û bi rêya WÎBê bo AFKİVÊ tên kirin
  •  Lijneyeke ku ji WÎBê û AFKİVê pêk te serîlêdanan dinirxîne û piştî erêkirina rêveberiya AFKİVê tên teqezkirin

3. Miqdara Bursê

  • Salane 500 frankê swîsreyî ye
  • Di du somestran de tê dayîn
  • Bûrs bi rêya saziya partner WÎBê li bûrsiyeran tê belavkirin

4. Bo peywendiyê û agahiyên zêdetir:

TEL: (0212) 245 81 43 - GSM: (0541) 391 81 49

E-mail: info@ismailbesikcivakfi.org

FORMA SERÎLÊDANÊ

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği