Sersaxî/Başsağlığı
SersaxîJi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
Ew yek ji damezrînerên Enstîtuya...
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
22/10/2022
16:00 - 17:15
22yê Cotmehê roja şemiyê, saet 16.00an helbestkar, nivîskar û derhêner Alî Bîçer, bi moderatotiya Fatîn Kanat dê li salona me ya terasê li ser pirtûka xwe ya bi navê ‘Sürgün Sözcükler’ (Peyvên Mişextî) gotûbêjekê bide.
Zimanê çalakiya ku em ligel Weşanxaneya Dozê pêk tînin bi Tirkî ye û hemû helbesthez vexwendî ne.
ALÎ BÎÇER KÎ YE?
Di sala 1960î de li gundê Kirkdilim ê ser bi navçeya Çekereka Yozgatê ve hatiye dinyayê. Ji ber nêrînên wî yên polîtîk ên di dema dibistana navîn û lîseyê de piştî Kotedaya Leşkerî ya 12ê Îlonê, di sala 1981ê de hatiye girtin. Serê pêşî cizayê darvekirinê danê, piştre Dadgeha Bilind(Yargitay) cezayê wî kiriye muebbed. Piştî 15 salan di sala 1996an de bi merc hatiye berdan û sê-çar meh şûnde çûye Ewropayê. Li Swîsreyê perwerdehiya sînama û gastronomiyê dîtiye.
Hin berhemên wî yên hatine çapkirin:
• Kulîlkên Newrozê, Mayıs Yayınları, 1990
• Vegotina Gulê, Med Yayınları, 1993
• Bawerî, Evîn û Xeyal, Nûjen Yayınları, 1995
• Tarîxa Kurt a Evînê, Peri Yayınları, 1998
• Îro Bêyî Te Nedibûm, Peri Yayınları, 2007
• Peyvên Mişextî, Berhemên Giştî, 1990-2007, Doz Yayınları, 2022
Fîlmên wî:
• Eşqa Futbolê, kurtefîlmê bêdeng, 2007
• Du derî, kurtefîlmê bêdeng, 2008
• Çemek û du kerax, kurtefîlmê bêdeng, 2008
• Şahiya di berfê de, kurtefîlmê bêdeng, 2008
• Dawet, kurtefîlmê bêdeng, 2010
• Girtîgehek li Swîsreyê, Belgefîlm, 2010
Şanoname:
• Sir, li Swîsreyê bi Almanî hat lîstin
• Jina Nûhî