İsmaîl Beşikcî û Serokê Lijneya Rêvebiriya WİB’ê İbrahim Gürbüz Li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civinêk pek anin!
İsmaîl Beşikcî û Serokê Lijneya Rêvebiriya WİB’ê İbrahim Gürbüz Li Hewlêrê bi...
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
22/02/2022
18:30 - 19:30
Sibe (22.02.2022, Sêşem, saet 18.30) Abdurrahman Adak, wê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de li terasa weqfa me û bi serenavê “Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?” gotûbêjekê bide.
Abdurrahman Adak, Li Hezexa Şirnexê hat dinyayê (1975). Perwerdeya xwe ya bilind li Zanîngeha Ankarayê di qada edebîyata tirkî ya îslamî de qedand (2006). Piştî ku li Zanîngeha Dicleyê di heman qadê de wek vekoler xebitî (2002-2009) bi mebesta avakirina beşa kurdî derbasî Zanîngeha Mardin Artukluyê bû (2009). Ji wê demê ve di beşên ziman û edebîyata kurdî û ziman û çanda kurdî yên zanîngeha navborî de wek mamosta û rêvebir dixebite. Unwana doçentîyê ji edebîyata tirkî ya îslamî (2013) û kadroyên doçentî (2013) û profesorîyê (2019) jî ji ziman û edebîyata Kurdî wergirt. Xebatên wî yên akademîk zêdetir di qada edebîyata kurdî ya klasîk de ne.