Aktîvîteyê Terasî

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Ca:

    İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon

  • Tarîx:

    22/02/2022

  • Saete:

    18:30 - 19:30

  • Vila bikere:

Îzahê Çalakîye

Îro (22.02.2022, Sêşem, saet 18.30) Abdurrahman Adak, wê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî de li terasa weqfa me û bi serenavê “Gelo di Serdema Klasîk de Perwerdeya bi Zimanê Kurdî Hebû?” gotûbêjekê bide.

Abdurrahman Adak, Li Hezexa Şirnexê hat dinyayê (1975). Perwerdeya xwe ya bilind li Zanîngeha Ankarayê di qada edebîyata tirkî ya îslamî de qedand (2006). Piştî ku li Zanîngeha Dicleyê di heman qadê de wek vekoler xebitî (2002-2009) bi mebesta avakirina beşa kurdî derbasî Zanîngeha Mardin Artukluyê bû (2009). Ji wê demê ve di beşên ziman û edebîyata kurdî û ziman û çanda kurdî yên zanîngeha navborî de wek mamosta û rêvebir dixebite. Unwana doçentîyê ji edebîyata tirkî ya îslamî (2013) û kadroyên doçentî (2013) û profesorîyê (2019) jî ji ziman û edebîyata Kurdî wergirt. Xebatên wî yên akademîk zêdetir di qada edebîyata kurdî ya klasîk de ne.