Lijneya Muteweliyê di 26ê Sibata 2022yan de lijneya rêveberiya weqfa me guherand.
Lijneya Muteweliyê di 26ê Sibata 2022yan de lijneya rêveberiya weqfa me...
AKADEMÎYA ÎSMAÎL BEŞÎKCÎ
PAYÎZ 2022 PERWERDE Û HÎNKIRINA KURDÎ: RÊ Û RÊBAZÊN ZIMANHÎNKIRINÊ
Kordînator: Şehmus Kurt
Perwerde û hînkirina bi zimanê kurdî yek ji daxwazên sereke û rewa yên raya giştî ya kurdî ye. Di sala 2009an de li Zanîngeha Mardin Artûklûyê, Enstîtûya Zimanên Zindî hatiye damezirandin û di bin banê vê enstîtûyê de Beşa Ziman û Çanda Kurdî hatiye vekirin. Piştre li 5 zanîngehên cuda bi heman navî bernameyên lîsansa bilind vebûne û heta niha ji van bernameyan çi ji beşa lîsansa bêtez û çi jî ji lîsansa bilind a bitez nêzî du hezar namzedên mamostetiya kurdî derçûne. Herwiha di serî de ji Zanîngeha Mardin Artûklûyê û li sê zanîngehan nêzî 250 kesan ji beşa lîsansê ya Ziman û Wêjeya Kurdî derçûne. Bernameya ‘Akademîya İsmail Beşikci-Payîz 2022 - Perwerde û Hînkirina Kurdî: Rê û Rêbazên Zimanhînkirinê’ xîtabî namzedên mamostetiya kurdî dike ku ji lîsans û lîsansa bilind derçûne û herwiha xîtabî kesên ku fêrkirina kurdî ji xwe re kirin kar û armanc, ji ber vê yekê jî armanca bernameyê ew e ku ji teoriyê bêhtir pratîkê derxe pêş. Beşdar, serenavê mijaran û bernameya heftane li jêrê hatiye pêşkêşkirin. Zimanê akademiyê kurdî (Kurmancî) ye
LÎSTEYA MIJAR Û BEŞDARAN
HEFTE |
BEŞDAR |
MIJAR |
Hefteya Yekem 05.11.2022 |
|
Di Hînkirina Zimanan da Rola Mamosteyan:
|
Hefteya Duyem 12.11.2022 |
|
Rê û Rêbazên Hinkirina Zimanî yên Guncan
|
Hefteya Sêyem 19.11.2022 |
Resul Geyik |
Hînkirina Kurdî Wekî Zimanê Yekem, Zimanê Duyem û Zimanê Biyanî
|
Hefteya Çarem 26.11.2022 |
Şehmus Kurt
|
Cihê Rêziman û Çar Şîyaneweriyên Zimanî di Hînkirina Zimanan da: Mînaka Hînkirina Kurdî
|
Hefteya Pêncem 03.12.2022 |
Kenan Subaşı
|
Bikaranîna Keresteyên Folklorîk di Hînkirina Zimanî de: Mînaka Hînkirina Zimanê Kurdî
|
Hefteya Şeşem 10.12.2022 |
Tahirhan Aydın |
Nirxandin, Hilbijartin û Amadekirina Materyal |
Tarîxa Dawî ya Serîlêdanê: 28.10.2022
Tarîxa Diyarkirina Encaman: 02.11.2022
Tarîxa Destpêka Bernameyê: 05.11.2022
Tarîxa Dawî ya Bernameyê:10.12.2022
Roj û Saet: Şemî, 14.00-17.00