Sersaxî/Başsağlığı
SersaxîJi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
Ew yek ji damezrînerên Enstîtuya...
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
09/03/2024
14:00 - 15:40
Gotûbêj û Îmzekirina kitêba Berfa Sor ya Mehmet Dîcle
Nivîskar Mehmet Dicle bi moderatoriya Firat Aydinkaya 9ê adarê li terasa Weqfa Îsmaîl Beşikçî li ser pirtûka xwe a bi navê Berfa Sor axivî. Gelek kesên wêjehez jî tevlî vê bernameyê bûn.
Mehmet Dicle di sala 1977an de li Hazroyê hatiye dinyayê. Piştî perwerdeya Lîseyê û Medreseya Seydayê Hecî li Zanîngeha Stenbolê lisansa Erdnîgariyê xwendiye. Li Zanîngeha Stenbolê lisansa bilind a Erdnîgariyê û li Zanîngeha Artukliyê lisansa bilind a Kurdolojiye xwendiye. Li Stenbolê di Kovarên Jiyana Rewşen û Rewşen-nameyê de xebitiye. Bijarteyeke ji çîrokên wî li polonî hatine wergerandin û bi navê Goraczka li Polonyayê hatiye çapkirin. Nivîskar niha li Diyarbekirê dijî û edîtoriya kovara Kurdeçirokê dike. Heta niha sê bi nave Asûs, Nara, Ta sê kitêbên wî ye kurteçîrok hatine weşandinê. Çîrokên Jinan ên Koçberiyê û “Kürt Dili ve Edebiyatı Ders Kitabı” berhemên wî jî ronahî dîtiye. Berfa Sor romana ewil a nivîskar e.
Nivîskar axaftina xwe de salên 1990î weke mîladekê dibîne û wekî felaketê bi nav dike. Dîcle wiha dibêje: “Hin tişt hene ku di jiyanê de mirov bixwaze wan tiştan bihêle jî, ew tişt tu caran dev ji mirov bernadin û ew yek dibin sedem ku mirov binivîsîne. Nivîskar bi nivisandinê xwe û civakê rehabilîte dike. Rihê xwe yê birîndar, tirsa berbiçav ku ketiye rihê wî, di edebiyata felaketê, bîra wêjeyê a Kurdan de dixwaze bibe dengekî afirîner. Nivîskar Mehmet Dîcle li ser mijara efûkirinê jî wiha axivî û got: “Ew bûyêrên ku heta niha rûdane ez ti carî efû nakim”. Birastî mirov di jiyana xwe de gelek kêmasî, şaşitî û sûcan dikare efû bike an neke, ew tercîha mirov e. Lêbelê dema ku mijar dibe komkujî an qetlîam ku netewa Kurd rastî gellek qetlîam û komkujîyan hatiye, mînaka herî berbiçav Enfal e, divê mirov ti carî vêya efû neke. Ji ber ku dibe ku dema tu efû bikî îxtîmal heye ku ew bûyêra carek din dubare bibe. Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de Dîcle digot; “Ji bo milada kurdan wextê em dinivîsînin hewceye ku em dengê xwe bilind bikin.”
Mehmet Dîcle di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara edebiyat û travmayan û ev mijar wiha rave kir: “Kes an jî civakên ku dijwariyên mîna şer, tundî, koçberî û mirinê dibînin, travmatîze dibin û bi awawî dibin civak an kesên travmatîk. Kes an jî civaka travmatîzebûyî jî nikare zû bi zû behsa travmayên xwe bike. Edebiyat yek ji rêyên derbirînê ye ku birîna kes an jî civakekê der dike û birîna kes an jî civakên travmatîzebûyî di bîra wan a qaliknegirtî de veşartiye. Berfa Sor ‘bîreke travmatîk’ e ku Mehmet Dicle, formûlasyona Maurice Halbwachs a bi navê “bîra kollektîf” û tespitên Giorgio Agamben ên derbarê “şahidiyê” de li nava hev xistiye û bîreke travmatîk kolaye. Loma “Asûs” wekî ku tim li dora bîrekê be û di şûna rûyê xwe de rûyê mirinê di avê de dibîne.’’
Dawiya dawî edebiyat meseleya vicdanêye. Edebiyata miletekî wijdana miletekî ye. Em nivîsandinê, bi reng, deng û nefesa xwe dikarin li edebiyata dinyayê zêdebikin.
Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.