Sersaxî/Başsağlığı
SersaxîJi Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
Ew yek ji damezrînerên Enstîtuya...
Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
13/04/2024
15:00 - 17:00
“Di Belavkirin û Geşkirina Xebatên Çand û Ziman De Metodên Bikaranîna Medya Civakî.”
Semînera bi navê “Di Belavkirin û Geşkirina Xebatên Çand û Ziman De Metodên Bikaranîna Medya Civakî”, ji aliyê pisporê medya civakî A.Menaf Yakut vê hate pêşkêşkirin. Serdest Diyadin jî moderatoriya wê kir. Axêver A.Menaf Yakut di sala 1977an da li bajarê Sêrtê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li vî bajarî qedandiye. Di sala 1998an da ji Zanîngeha Enqerê, Faqulteya Zanîstên Siyasî mezun bûye. Niha li bajarê Stenbolê dijî û karê Malî Muşawîrtiyê dike. Axêver û moderator taybetî li ser zimanê kurdî disekinin û xwediyê gelek hewldanan û xebatan e. Zimane kurdî li ser hemû tiştan dibînin û digrin. Dixwazin di Medyaya Civakî bi xebatên xwe rê li ber bişaftinê bigrin. Di destpêka semînerê da moderator li ser rewşa zimanê kurdî sekinî.
Xebatên li ser zimanê kurdî dema derfet nebe gellek dijwartir dibe. Ji aliyê dewletê ti alikarî ji bo zimanê kurdî çênabe. Yek bixwaze hînî zimanê kurdî bibe ne dibistan heye, ne mamoste, ne jî cîhê rûniştandinê hene. Dewlet ji mirovên kurd bacê distîne lê ti cara wan derfetan rewayî kurda nake. Dewlet ne destûr dide û ne jî alîkariyê dike. Dewlet dijî xebatên kurdî xwe dizayn kiriye. Kurd ji wan derfetên dewletê bêpar in. Dema mirov 90-100 salên dawî dinêre axaftin û nivîsandina zimanê kurdî her diçe qelstir dibe. Mirov dikare bibêje ber bi tunebûnê ve diçe. Her çiqas axêver kemasiyên zimanê kurdî dorfireh anî ziman jî lê bêhêvî nebû. Ji ber ku di axaftina xwe diyar kir ku, medyaya civakî heger ji aliyê kurdan da baş û bi metodên rast bên bikaranîn encama rewşa ziman dê bê guhartine. Axêver A. Menaf Yakut di axaftina xwe da, li ser metod u rêbazên bikaranîna medya civakî, ji bo belavkirin û geşkirina zimanê Kurdî di nava jiyana rastî û sanal de gelek mînakan va dorfirehî sekinî. A. Menaf Yakut di axaftina xwe de medya civakî wek yekane ‘platform û qada azad’ pênase kir.
Zimanê Kurdî bi wê qadê de dikare bêmaliyet, cihekî serbest û hêsanî mirov dikare têda karê ziman belav bike. Ji bo wê karê ku ziman pêşta here, xebatên mayînde bê kirinê jî divê hîn kes xwe biêşînin. Ligorî gotara axêver, muxatabên van metodan dildar û xemxurên zimanê kurdîn e. Ango yên ku bi wendabûna ziman û bişaftina nivşên nû diêşin ev in. Bi van hevalan re di qada medyaya civakî de dixwazin xebatên zimanê milete xwe çawa bikaribin pêşda bibin û geş bikin armanc dikin. Ji ber wê ew qada serbest da li ser hin metodan serê xwe diêşînin. Xwe wek zimanzanekî nabîne lê wek sosyologekê karê ziman dibîne. Rewşa ziman dixwaze bi qada medyaya civakî biguherîne. Ji ber ku ne dewlet, ne partiyên kurdan di tu aliyî de xebatên berbiçav nekirine.
Di semînerê da, bo dildarên ziman gelek pêşniyarên gavên mîkro ji hat kirin. Wek mînak; li ser giringiya çend mikro-gavên mînanî vekirina hesab û malperên curbecur yên medya civakî, şopandin û RT-kirin/belavkirin, şirove nivîsandin, naverok çêkirin û belavkirina wan sekinî. Him hesabên xwe de, him hesabên em dişopînin divê em çend aliyan de baş bikarbînin. Dema xebatan de hesabekê cûda-yedek jî mirov bikar bîne ji bo parvekirinê bêtir baştir dibe. Yek jî divê mirov çiqas tekeve koman ewqas baştir dibe jibo belavkirinê. Dema mirov bixwaze xizmeta ziman bike, zêdetir şîrovekirin, nivîsandin, belavkirin, parvekirin ew hemû bikaranîna medya sosyal in. Divê mirov hin xebatên wiha wek derfetek zêrîn bibîne. Wek dîplomasiya kamûyê ye. Bi van xebatan demsala hemberî zimanê kurdî jî nerm dibe, demsala neyînî jî wê bê guherandin.
Di berdewamiya gotara xwe de axaftvan destnîşankir ku medya civakî bi awayekî rêkûpek an jî tam-qapasîte di xizmeta belavkirina zimanê Kurdî da hêj nayê bikaranîn. Ji ber ku di nav xebatan de wê derkeve holê û emê bibînin ku medyaya civakî ji bo zimanê me yê bibe çareyek mezin. Ev jî hêviyê dide mirov mirina ziman dê bê astengkirin. medyaya civakî bi rastî jî derfetek gelek mezin e, tenê bi parvekirinekê mirov dikare xwe bigihêjîne milyonan. Ger ku, bêqisûr bête bikaranîn; medya civakî dikare, rewşa zimanê Kurdî, ya ji hela mahrumbûna desteka fermî, ya neyînî bi awayekê berbiçav telafî bike. Bi vî awayî dikare ziman ji helandin û bişaftinê rizgar bike. Helbet dema mirov di wê qada de kar dike hinek zagon qaîde hene. Her çiqas belaş be jî divê em hin rêbazan bizanibin û ti kesî aciz nekin.
Di dawiya axaftina de axêver gelek caran peyva Kurdîfîkasyon bikaranî. Dawiya semînêrê da axêver; bang li hemû dildar û xemxurên ziman kir ku hay ji derfetên medya civakî dide me hebin.
Gotûbêj bi şîrove, pirs û berpirsan dawî bû.