Pirtûkên Me

Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRÎ

Beş: Lêkolîn
Dîrok: 27/10/2020
Çap: 1
Nivîskar : Abdurrahman Önen
Weşanger: Weqfa Îsmaîl Beşîkcî
Rûpel: 182
Qebare: 19.5 x 24.5
ISBN: 978-605-9073-44
Biha : 120

Erdnîgarîya Kurdistanê – I: AGIRÎ

Emrekî li dû xeyalekê

Rêzdar Abdurrahman Önen, digel xebatên xwe yên teorîk bi salan e gund bi gund, bajar bi bajar li Kurdistanê digere û der barê erdnîgarîya wê de agahîyan berhev dike. Ev pirtûka li ber destê we, pirtûka yekem a wan rêzepirtûkan e ku di encama vê xebatê de hatîye amadekirin. Ked û hewldana bêhempa ya li dû vê berhemê ji naveroka pirtûkê û pêşgotina nivîskar dîyar e, lewma teqdîr ya xwendevanan e.
Xebata mamoste Önen bi qasî naveroka xwe, bi çîroka li dû xwe jî gelek muhîm e. Birêz Önen, bi xeyala ku zarokên Kurdan bi zimanê xwe dersa erdnîgarîyê bixwînin dest bi vî karî kirîye. Pirtûk bi qasî ku pirtûkek erdnîgerîyê ye, ew qas jî çîroka berxwedana mirovên erdnîgarîyekê ye ku tê xwestin bêmejû û bêrabirdû were hiştin.
Kolonyalîst ji bo erdnîgarîyekê heta hetayê bikin a xwe, ji çeman bigire ta çîyayan, ji dar û beran bigire heta gîyanewerên li ser dijîn, her tiştî ji nû ve bi nav dikin. Bi vî awayî dixwazin gel ji erdnîgarîya wî û ji çîya, çem û xwezaya wî ya ku ji evîn, bawerî û têkoşînên wî re bûne wargeh bi dûr bixin.
Li hemberî vê yekê, bi sedan nivîskarên Kurd jîyana xwe di ber lêkolîn û nivîsandina dîroka Kurdistanê, erdnîgarî û çanda wê re derbas kirîye û li dijî vê sîyaseta bêmejûkirin û bêkokkirinê têkoşîyane. Lê mixabin digel vê keda mezin a ku wan daye, ji ber ku li xebatên wan nehatîye xwedî derketin, gelek ji wan kesan tevî xebatên xwe di rûpelên bi hizn yên dîroka me de bi wendabûnê re rû bi rû mane. Hin ji wan bi zor û zehmetîyên mezin xebatên xwe gihandibin astekê jî di weşandin û gihandina wan a gel de, bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû mane. Îro hê jî gelek lêkolînerên jin û mêr yên bi van zehmetîyan re rû bi rû ne hene. Gelek kesan bi derfetên xwe lêkolînên xwe kiribin û dabin weşandin jî mixabin xebatên wan têra xwe nehatine teqdîrkirin.
Bi wesîleya vê pirtûkê, em di şexsê mamoste de, ji van mirovan, çi yên em navên wan dizanin, çi yên nizanin tevan re spasîyên xwe pêşkêş dikin.

Em wekî Weqfa Îsmaîl Beşîkcî spasîya wan kesan dikin ku tevî ku eleqeya heq dikin nedîtine, bêsekn û westan li dû xeyalên xwe meşîyane. Em dixwazin xwendevanên me bizanin ku dema em polîtîkaya xwe ya weşanê pêk tînin, em vê mijarê tim li ber çavan digirin û em ê hewl bidin ku keda wan kesan bidin xuyakirin.

Rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

PÊŞGOTINA NIVÎSKAR

Di destpêka salên 1990î de min biryar da ku ez ê pirtûkên erdnîgarîyê û erdnîgarîya Kurdistanê bi Kurdî binivîsim. Armanca min ew bû ku di dibistanên Kurdan de ji bo dersên erdnîgarîyê bingehek pêk bê û li ser vê bingehê materyalên dersan bên amadekirin.
Bi vê armancê min dest bi lêgerîn û lêkolînê kir ku ez zanibim bê çi di destê me de heye. Di destpêkê de min fahm kir ku pêdivîya herî mezin ferhenga erdnîgarîyê ye. Bi vê bîr û bawerîyê, min dest bi xwendina hemû nivîsên bi Kurdî kir da ku peyv û bêjeyên erdnîgarîyê peyda bikim. Ji bo ku ez karibim hemû nivîsên Kurdî yên ku bi tîpên cuda hatine nivîsîn bixwînim, ez li ser elfabeyên Kîrîlî û Erebî jî xebitîm. Min hin nivîs, kovar, rojname û pirtûkên bi tîpên Kîrîlî û Erebî jî xwendin. Bi qasî 4-5 salan tenê min xwend: Çîrok, roman, rojname, bîranîn, dîrok, kovar û hwd. çi ket ber destê min, min xwend û min bêje berhev kirin.
Piştî xebata 15 salan min Ferhenga Erdnîgarîyê amade kir û di sala 2008an de hate weşandin. (Ferhenga Erdnîgarîyê, Weşanên Dozê, Stenbol, 2008)
Erdnîgarîya Kurdistanê: Piştî ku ferheng hat weşandin du rê li ber min hebûn: 1- Nivîsîna erdnîgarîya giştî. Ango xweza çawa çêbûye; çem, çîya, deşt, zozan çi ne, çawa çêdibin, cureyên wan çi ne û hwd. 2- Erdnîgarîya Kurdistanê. Ango xwezaya Kurdistanê çi ye, di çi rewşê de ye, navê çem, çîya, deşt û zozanên Kurdistanê çi ne; li ku derê ne, rewşa wan çi ye û hwd.
Erdnîgarîya giştî hîn hêsan bû, lewra di hemû zimanên xwedî dewlet de ev hatîye nivîsîn. Lê erdnîgarîya Kurdistanê bi awayekî berfireh nehatîye nivîsîn. Navê gund, çem, çîya û hwd. yên Kurdistanê bi rêk û pêk nehatîye nivîsîn û her ku diçe ew tên jibîrkirin, kesên ku pê dizanin kêmtir dibin. Lewma min biryar da ku ez ya dijwartir bipejirînim û erdnîgarîya Kurdistanê binivîsim.
Bi qasî 7-8 salan ez li ser erdnîgarîya Kurdistanê xebitîm, min zanîn û agahî berhev kirin. Lê min dît û fahm kir ku divê ez gav bi gav li Kurdistanê bigerim da ku vê erdnîgarîyê bibînim û der heq wê de ji gel agahîyan wergirim.
Min ji bo xwe bakurê Kurdistanê kir sê beş:
1- Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletî, Mereş û Entab. 2- Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî. 3- Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û yên din.
Min xwest ku ji navîna bakurê Kurdistanê dest pê bikim. Di sala 2013an de ez 15 rojan li Dêrsimê gerîyam, ev destpêka xebata erdnîgarîya Kurdistanê ya li qadê bû. Di Nîsana 2015an de min qadeke firehtir da ber xwe: Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan û Agirî. Niha xebatên li ser erdnîgarîya van şeş bajaran û navê mezre û gundên wan yên bi Tirkî û Kurdî ji bo çapê amade ne. Min navên 2.667 gund û yên 3.669 mezreyan nivîsîne.
Ji niha şûn de jî armanca min ew e ku ez li ser erdnîgarîya Colemêrg, Şirnex, Sêrt, Êlih, Amed, Mêrdîn, Riha û yên din bigerim û bixebitim. Paşê jî ez ê berê xwe bidim Erdexan, Qers, Erzirom, Erzîngan, Meletî, Mereş û Entabê.
Ez bi hêvî me ku rojekê ez ê karibim li ser erdnîgarîya Rojava, Başûr û Rojhilat jî bixebitim.
Gava min biryar da ku biçim li Kurdistanê bigerim û erdnîgarîya Kurdistanê nas bikim, min wisa bawer dikir ku ez ê li her deverê bi çend kesan re bipeyivim û karibim erdnîgarîya wê deverê binivîsim. Lê rastî ne wisa bû. Wek mînak; min navê gundekî Çewlîgê wekî “Mîrzan” nivîsîbû, lê piştî gera min a li Çewlîgê ya bi mehekê, ez li mixtarê wî gundî rast hatim. Wisa got: “Nameyê dewê mi Mîrzan nîyo, Mîrzûn/Mîrzon o.” Wê gavê min fahm kir ku bilêvkirina Kirmanc û Kurmancan ne wek hev e. Lê pirsgirêkeke din jî hebû: Gelo bi Kirmanckî Mîrzûn an Mîrzon e? Li gelek deverên Kurdistanê ev ‘o’ û ‘û’ tevlihev e.
Ez di seranserê çar mehan de, ji 12ê Nîsana 2015an heta 12ê Tebaxa 2015an li erdnîgarîya van bajaran gerîyam. Bi qasî ku quweta min têrê kir, ez li gund, çem, çîya û hwd. yên van bajaran gerîyam. Gelê van bajaran ji dil û can alîkarîya min kir. Erdnîgarîya Kurdistanê û mazûvantîya gel ji bo min kêfxweşîyeke pir hêja bû.
Di serî de armanca min ew bû ku ez erdnîgarîya her şeş bajaran wek ansîklopedîyekê amade bikim û bidim çapê. Lê piştî xebata min bi dawî bû, min dît ku berhemeke 800 rûpelî (A4) derketîye holê, lewma min biryar da vê xebata xwe ya erdnîgarîyê bajar bi bajar çap bikim ku yek ji van bajaran jî Agirî ye.
Erdnîgarîya Agirî: Ez di destpêka Tebaxa 2015an de çûm Agirî, di nav hefteyekê de ez li hemû navçeyên Agirî gerîyam. Agirî ji hêla erdnîgarîyê ve zaf dewlemend e: Agirî, Tendûrek, Sîpan, Eledax, Kosedax, Çemê Mûradê û hwd... Heke şert û merc hebûna, min dikarîbû şeş mehan jî li xwezaya Agirî bigerîyama lê mixabin gava ku ez çûm Agirî şer gurr bûbû, heval û hogirên ku min nas dikirin hemû bi şer re mijûl bûn. Wek mînak; roja ku ez çûm Bazîdê, hevalên ku wê rêbertî bikirana û agahî bidana min, hemû ji bo ku li hember êrîşa dewletê bibin ‘mertalên zindî/canlı kalkan’ çûbûn Çîyayê Agirî. Ji ber vê rewşa malkambax, ez mecbûr mam ku bi lez û bez karê xwe xelas bikim. Li bajarên din ez demek dirêj mam û min derfet hebû ku ez têra xwe çavdêrî bikim, lê ji ber şert û mercên min qal kir, ez li Agirî bi qasî ku min nêt dikir nemam. Lê mala Serhedîyên Agirîyî bi hezar caran ava be, piştî ku min di medyaya civakî de li ser Agirî agahî parve kirin, ji dil û can piştgirî û hevkarîya min kirin. Bi sedan agahî, wêne û hwd. bi min re parve kirin. Ev pirtûk bi tevkarîya wan xoşewîstan amade bû. Jixwe sedema ku ez bi pirtûka Agirî dest bi weşandinê dikim jî ev yek e. Min xwest ez berî her tiştî spasîya wan bikim.
Di vê xebata erdnîgarîyê ya Agirî de ev hene: 1- Navên mezre, gund û navçeyên Agirî yên Tirkî û Kurdî. 2- Çem, gol, çîya, deşt, zozan û hwd. yên Agirî. 3- Nexşeyên fîzîkî yên erdnîgarîya Agirî. 4- Wêneyên erdnîgarîya Agirî...
Spasdarî: Li Agirî gelek heval û hogiran alîkarî û piştgirîya min kirin: Şaredarê Agirî yê wê demê Sırrı Sakık û cîgirê wî Xelef Keklîk, endamên Meclîsa Bajêr Mehmet Şahin, Figen Aslan, Zekî Yıldız, Faruk Kara, Yavuz Zorbay, Ali Öztürk û yên din ji dil û can alîkarîya min kirin. Divê ez bi awayekî taybet qala Mehmet Şahin bikim; ji roja ewil de wek çîyayekî qerase piştgirîya min kir. Ez bi ku de biçûma, ji min re rêber û alîkar peyda dikir. Ji Çîyayê Çemçê heta Çeto, Sînegê û Çemê Mûradê, gav bi gav erdnîgarîya Agirî nas dikir û agahî dida min.
Nihat Öner, Enis Ataş, Fırat Sayan, İhsan Güler, Nejdet Bayram, Tefik Toka, Haluk Öztürk, Mehmet Sait Yaman, Adem Acar, Melik Özmüş, Kemal Süphandağ, Harun Taşdemir, Turan Karakoç û gelek hevalên din piştgirîya min kirin.
Ez bi saya serê Mehmet Özer çûm Komeleya Bazîdîyan (Bay-Der). Ahmet Dumlu û hin hevalên din li wir mazûvantîya min kirin, gelek agahîyên bi rêk û pêk bi min re parve kirin. Bi saya serê wan min têkilî bi gelek Bazîdîyan re danî: Mele Zahar Temtek, Umîd Demîrhan, Mehmet Gültekin, Nihad Gültekin, Musa Turan, Resul Yerlikaya, Sîyabend Kaya û hwd.
Mala wan bi hezar caran ava û şên be, hêvî dikim ku ew ê her şad, bextewar û azad bijîn.
Di dawîyê de spasî li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî dikim ku ev xebat gihand ber destê we.
Abdurrahman Onen
Tebax 2018
aonen56@gmail.com

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği