Pirtûkxaneya Lêkolînê ya WÎBê

Ji bo nihêrîna li katalogê bitikînin

Pirtûkxaneya Lêkolînê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, li Tirkîyê yek ji wan pirtûkxaneyan e ku di serî de ji bo qada Lêkolînên Kurdî,  dixwaze di demeke fireh de bibe yek ji pirtûkxaneya mijarî. Yek ji taybetmendîya pirtûkxaneyê ya herî girîng jî eve ku tevahîya koleksîyonê ji çavkanîyên ku Dr. Îsmaîl Beşîkçî ji salên 1950anve jê sûd wergirtîye û berhev kirîye, pêk tê.  Pirtûkxaneya Lêkolînê a Îsmaîl Beşîkçî a ku kakilê wê ji koleksîyona Dr. Îsmaîl Beşîkçî pêk tê, di war û mijarên pêwendîdar de, bi çavkanîyên çapkirî an jî dijîtal ên ji zimanên cîyawaz jî li geşedana xwe her berdewam e. 

Pirtûkxaneya ku di sala 2011an de dest bi xizmetê kirîye, bi taybetî di warê zanistên civakî û edebîyatê de ji berhemên bi zimanên cur bi cur û ji belgenameyên Îsmaîl  Beşîkçî ên ku hêjayî arşîvkirinê ne pêk tê.  

Pirtûkxaneya me a ku ji bilî zimanê kurdî û tirkî, ji berhemên ji zimanên din jî pêk tê, bo cara pêşîn her mijarek li gorî serenavê xwe bi Kurdî- Tirkî-Îngilîzî hatiye sererast kirin. Di pirtûkxaneyê de zêdetirî 20 hezar çavkanîyên cuda di kategorîyên cuda de hatine dabeş kirin. Ev kategorî ji van beşan pêk tê; zanistên civakî, dîrok-erdnîgarî, edebîyat, dîn, mijarên giştî, felsefe-psîkolojî, ziman û zimannasî, zanistên xwezanasî-bîrkarî, teknolojî, huner û dîyarî ne. Tevahîya van çavkanîyan di zimanên cur bi cur de weşîyane;  Tirkî, Kurdî ( Kurmancî û Kirmanckî ) Îngilîzî, Fransî, Almanî, Osmanî, Yewnanî, Farisî, Erebî, Kirîlî.

Di pirtûkxaneyê de sîstema Otomasyonê a LİBRİDê tê bikaranîn û çavkanî li gorî sîstema dabeşkirina dehane a Dewey û bi sepana refa vekirî ji xizmeta bikarhîneran re tê pêşkêş kirin. Pirtûkxaneya me du qatî ye, û di her du qatan de jî ji bo ku mêvanên me bi asûdeyî lêkolînên xwe bibin sêrî, maseyên xebatê hene û her wiha ji bo ku bikaribin sehîkirina koleksîyonê bikin û wê di xebatên xwe de bi kar bînin, qadeke guncav a  ku bi arîkarîya kompîteran hatiye saz kirin, heye. 

Milkê pirtûkxaneya me ji alîyê Îbrahîm Gürbüz û Aynur Gürbüz ve hatiye bexişandin. Dekorasyona hundirê pirtûkxaneyê, bi çêkirina kaxezên dîwarî ên taybet ên ku ji hin pirtûkên Îsmaîl Beşîkçî hatine wergirtin, ji alîyê Mîmar Can Tepe ve hatiye dîzayn kirin. 

Armanca pirtûkxaneyê, dabînkirina derfetên lêkolînê ye ji bo her kesa/ê ku di warê zanistên civakî de xebatê dike an jî dixwaze bike. Û her wiha pirtûkxaneya me dixwaze xwe bigihîne wan bikarhînerên pirtûkxaneyê ên ku nûbûnên di warê pirtûkxanevantîyê û teknolojîyên zanyarîyê dişopînin, û bikaribin kartêkekî li lêkolînan bikin.  Pirtûkxaneya me ji bikarhînerên xwe re sîstema endamtîyê li dar dixe. 

Pirtûxaneya Canîp Yildirim a Amedê

Şaxa Pirtûkxaneya Lêkolînê ya Îsmaîl Beşîkçî a li Dîyarbekirê, ji koleksîyona Canip Yıldırımê ku di sala 2015an de çû ber dilovanîya Xwedê, a ku nêzî çar hezar pirtûk, kovar, rojname û ji materyalên her wekî din pêk tê, ji alîyê kurê wî Şahap Yıldırım ve li weqfa me hate bexişandin, û ev koleksîyon li nûnertîya me ya Dîyarbekirê hate sererast kirin û di bin navê Pirtûkxaneya Canip Yıldırım de, di xizmeta bikarhîneran de ye. Koleksîyona Pirtûkxaneyê; 

  • 800 kovarên cuda 
  • Nêzî 3000 hezar rojnameyên bi cîld ên ku ji 92 rojnameyên cuda pêk tên.  
  • Yavrumun Elifbası (1927 – Helal Matba’ası ),  
  • Ayın Tarihi Aylık Mecmua’ 1339 – Numara: 03,  
  • Ayın Tarihi Aylık Mecmua’ 1341 – Numara: 14,  
  • Ayın Tarihi Aylık Mecmua’ 1341 – Numara: 15,  
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 1 1924-1341 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 2 1340 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 1 1924-1340
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 2 1924-1340 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 3 1924-1340 
  • Lozan Konferansı 1922-1923 Konferansda tezekkür olunan senedât mecmua’sı Birinci Takım Cild: 4 1924-1340 
  • Berhemên nadîr yên wekî Menniskas Geograpi Försök till popular framstallning afden historiska 
  • geographien, efter Carl Ritters Method af Fr. De Rougemont Stockholm 
  • Zach’arias hæggeström / 1846 cih digrin.

Demên me yên xebatê

Pirtûkxaneya me ji bilî rojên betlaneya û yekşem û duşemê, ji saet 09.30an heta 18.00an di xizmetê de ye.

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr
GOTÛBÊJ & ÎMZE
  • 14:00 - 16:00
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği
  • 23
  • Ada