Kitaplarımız

Bîra Salên Tarî

Kategori: Genel
Tarih: 01/06/2026
Baskı: 1
Yazar : İbrahim Gürbüz
Yayıncı: İsmail Beşikçi Vakfı
Sayfa: 158
Boyut: 13.5*21
ISBN: 978-625-93806-4
Fiyat: 200

Ev pirtûk ji hevpeyvînên ku ji aliyê dezgehên ragihandinê yên cuda ve bi Îbrahîm Gurbuz re hatine kirin pêk tê. Di berhemê de, bi taybetî paşxaneya dîrokî ya xebatên saziyên ku di salên 1990î û destpêka salên 2000î de hatine avakirin, tê nirxandin. Pêvajoyên avakirinê, armanc û xebatên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM), Enstîtuya Kurdî, Radyoya Yaşamê û Weqfa Îsmail Beşikçi di pirtûkê de bi berfirehî cih digirin.
Di pirtûkê de bersiva pirsên wekî; “Ev sazî çima hatin avakirin?”, “Ji kîjan hewcedariyan derketin holê?”, “Çi hat armanc kirin û di bin kîjan şert û mercan de xebat hatin meşandin?” bi rêya şahidiya kesane têne dayîn. Her wiha atmosfera siyasî ya wê demê ya Tirkiye û Kurdistanê, polîtîkayên dewletê, zext, zehmetiyên aborî û civakî bi hûrgulî têne vegotin.
Ji bilî hevpeyvînan, di berhemê de çar nivîsên din ên ku pirtûkê temam dikin jî hene. Du ji wan deqên axaftinan in, yên din jî meqale ne. Ev nivîs nîqaşên dîrokî, çandî û siyasî yên di pirtûkê de bi perspektîfeke berferehtir dinirxînin û yekpareyiya xebatê temam dikin.
Ev berhem ne tenê vegotina kesane ya Îbrahîm Gurbuz e; di heman demê de xebateke girîng a dîroka devkî ye ku dîroka çandî, siyasî û civakî ya serdemekê ji xwendevanan re bi belge dike.

Yaklaşan Etkinlikler
  • 11
  • Oca
  • 08
  • Kas
Romana Efsaneya Çiyayê Agiriyê û wergera wê ya Kurmancî
  • 15:00 - 16:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
Haberler
TEŞEKKÜR

Halkımızın Kalbi Sarı Hocası İle Atıyor!
Sevgili hocamız İsmail Beşikci yoğun...