Kitaplarımız

Akademiya Îsmaîl Beşîkcî 2019 Payîz 1

Kategori: Araştırma
Tarih: 22/05/2021
Baskı: 1
Yazar : Kolektif
Yayıncı: İsmail Beşikçi Vakfı
Sayfa: 96
Boyut: 16x24
ISBN: 9786959073493
Fiyat: Ücretsiz

NAVEROK

PÊŞGOTIN
Kübra SAĞIR

REXNE, WEK NAVEROKEKA NÛJENÎYÊ
Li Ba Ronakbîrên Kurd ên Dewra Stenbolê Helwesta Rexneyî
Remezan ALAN

TEVGERA KURD A LI STENBOLÊ DI DESTPÊKA SEDSALA 20AN DE
Tahîr BAYKUŞAK

PERWERDE Û ÎNŞAKIRINA NASNAMEYA NETEWEYÎ:
FRANSA Û TIRKÎYE
Nurettin BELTEKİN

NÎQAŞÊN KURDAN YÊN LI SER ALFABE Û NETEWESAZÎYÊ
Mikail BÜLBÜL

DU KELAMBÊJÊN JIN YÊN YARSAN: MAMA CELALE Û REMZBAR
Sevda ORAK REŞİTOĞLU

***

PÊŞGOTIN

Sosyolog Îsmaîl Beşîkciyê ku navê xwe daye Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, ji salên 1960î heta îro ji ber xebatên xwe yên akademîk ên li ser Kurd û Kurdistanê rastî gelek astengiyên azadiya derbirînê û azadiyên akademîk hatiye; ji zanîngehan hatiye dûrxistin û çend salên emrê xwe li girtîgehên cuda derbas kiriye. Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, ya ku ji bo parastina mîrateyên wî yên maddî û manewî hatiye avakirin, parastina azadiya derbirînê, parastina azadiyên akademîk, û piştgiriya qada Xebatên Kurdî ji xwe re kiriye armanc. Bi salan e ku weqf bi panel, semîner û konferansan, bi weşandina pirtûk û kovaran hewl dide van mîsyonên xwe bi cih bîne. Di sala 2019an de jî weqfê biryar da ku salê du caran bernameyên bi navê “Akademiyên Îsmaîl Beşîkcî” yên bi zimanên tirkî û kurdî li dar bixe.

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî, ya ku ji sala 2019an vir ve, salê du caran bernameyên akademiyê li dar dixe, di mehên biharê de “Akademiyên Biharê” yên bi tirkî û di mehên payîzê de jî “Akademiyên Payîzê” yên bi kurdî pêk tîne. Akademî heta niha wekî bernameyên 7-8 hefteyî hatine amadekirin, xwendekar bi serîlêdanê hatine qebûlkirin û ji wan hatiye xwestin ku bi awayekî birêkûpêk beşdarî hemû pêşkêşiyan bibin. Di van bernameyan de hatiye hewldan ku mijarên qada Xebatên Kurdî yên li zanîngehên Tirkiyeyê cih nabînin, nayên an jî nikarin werin nîqaşkirin, li derdoreke azad werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin.

Ev kîtêba li ber destê we di encama Akademiya Îsmaîl Beşîkcî de derketiye meydanê ku di payîza sala 2019an de ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ve hatiye birêvebirin. Bernameya Akademiya Payîzê ya 2019an yekem akademiya bi kurdî ya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî ye. Bernameya akademiyê ji 8 hefteyan pêk hat; bi giştî 8 akademîsyenan ders dan û 32 xwendekarên lîsans, lîsansa bilind û doktorayê bername bi rêkûpêk temam kirin. Di bernameyê de mijarên cuda yên qada Xebatên Kurdî, yên bi sernavên “Standardîzasyon û Netewebûn”, “Bawerî û Jinên Helbestvan”, “Arşîvên Farisî û Kurd”, “Helbest û Netewe”, “Perwerdehî û Nasname”, “Rola Rexneyê”, “Netewesaziya Kurdan”, “Sînema û Nasname” cih girtin. Di dawiya akademiyê de ji akademîsyenan gotarên li ser mijarên wan hatin ricakirin û 5 akademîsyenan bo vê pirtûkê gotar nivîsandin.

Ji bo avakirina şertên bingehîn ên pêkanîna vê bernameyê spasiya mamoste Îsmaîl Beşîkcî û desteya mutewellî ya WÎBê; herwiha ji bo alîkarî û piştgiriyên wan ên xurt spasiya desteya rêveberiyê û xebatkarên WÎBê dikim. Di dawiyê de jî spasiya akademîsyen û xwendekarên beşdar yên Akademiya Payîzê ya 2019an dikim ku me bi hev re demên gelek xweş derbas kirin û em gelek tiştan ji hev hîn bûn. Em hêvîdar in ku bernameyên akademiyan û ev pirtûk tevkariyekê girîng li qada Xebatên Kurdî bikin.

Kübra Sağır
Adar 2021, Stenbol

Yaklaşan Etkinlikler
  • 09
  • Mar
Gotûbêj û Îmze
  • 14:00 - 15:40
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 24
  • Şub
Kürt Tarih Yazımda İhtisaslaşma Sorunu
  • 16:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 10
  • Şub
Çağımızın Sokrates'i "İsmail Beşikci" İmza&Söyleşi
  • 15:00 - 17:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
Haberler