Bûrsa Doktorayê ya Perihan-Tarık Ziya Ekinci

Weqfa Îsmaîl Beşîkcî li ser navê Perihan Ekinci û Tarik Ziya Ekinci dê bûrsê bide kesekî ku di beşên zanîstên civakî û beşerî de, di qada xebatên kurdan de doktorayê dike. Bûrs, bi armanca piştgirîdana lêkolînerên ciwan tê dayîn yên ku dixwazin di warê xebatên kurdî de lêkolînan bikin. Bûrs dê du salan carekê, di salên ku dawiya wan bi yek hejmarê diqede, dubare bê dayîn. 

Lijneya bûrsê di dema nirxandinê de dê van krîteran li ber çavan bigire: Jiyanname, fîzîbîlîte û orîjînalîteya mijara tezê û tevkariya tezê ji bo qada xwe. Dê bi maweyê 18 mehan, ji bo nivîsîna tezê mehane 2.500 TL bi bûrsiyerî/ê bê dayîn. Kesên dixwazin bûrsê wergirin divê heta 15ê Gulana 2021ê bi rêya e-maîlê serî li weqfa me bidin. Encamên bûrsê dê di meha Hezîranê de, bi rêya e-maîlê bên eşkerekirin.

Şert û mercên serlêdanê:

•    Kesê/a dixwaze bûrsê wergire divê li zanîngeheke Tirkiyê xwendekarê/a doktorayê be
•    Divê di beşên zanîstên civakî û beşerî de, di qada xebatên kurdan de doktorayê bike
•    Divê di ezmûna şiyankariya tezê de bi ser ketibe û pêşniyara wî/ê ya tezê ji aliyê zanîngehê ve hatibe qebûlkirin
•    Endamên weqfê û xizmên endamên weqfê nikarin serî li bûrsê bidin
 

Belgeyên pêwîst ji bo serlêdanê:

1.    CV, eger hebin, gotar û xelatên wergirtine jî lê hatibin zêdekirin
2.    Nameyeke motîvasyonê ya bi dirêjahiya du rûpelan
3.    Ezmûna Şiyankariya Tezê û nivîsa saziyê ya bi îmze û mohrkirî, ku tê de xuya dike ku Ezmûna Şiyankariya Tezê daye
4.    Belgeya ku ji aliye şêwirmendê/a xwendekarî/ê ve hatiye pesindkirin ku nişan dide xwendekar di asta tezê de ye
5.    Awayê PDF yê teza doktorayê ya ku hatiye erêkirin
6.    Du nameyên referansê (Ji akademîsyenên ku têkiliyeke akademîk di navbera akademîsyen û xwendekarî/ê de çêbûye)
7.    Belgeya orîjînal ya xwendekariyê
8.    Belgeya transkrîpta lîsansê (û eger kiribe ya lisansa bilind a bi tez) yên orîjînal yan jî nusxeyên ku hatine pesendkirin
9.    Belgeyên kutakirina lîsansê (û eger kiribe lisansa bilind a bi tez) yên orîjînal yan jî nusxeyên ku hatine pesindkirin
10.   Eger lîsansa bilind kiribe, nimûneyeka teza lîsansa bilind
11.   Transkrîpta orîjînal yan jî awayê pesendkirî yê transkrîptê ku tê de dersên wergirtine/werdigire nîşand dide

Divê hemû belgeyên pêwîst wekî PDFyekê û bi serenavê “Serlêdana Bûrsa Doktorayê ya Perihan-Tarık Ziya Ekinci” herî dereng heta 15ê Gulanê bo e-maila ekincibursu@ismailbesikcivakfi.org bên şandin. Nameya referansê jî divê ji aliyê kesê/a ku nivîsiye ve, bi rêya e-mailê, şexsen bê şandin. Serlêdanên ku tê de kêmasî hebin yan jî serlêdanên piştî tarîxa dawî dê neyên nirxandin. Eger pirsên we hebin hûn dikarin bi rêya e-maîla ekincibursu@ismailbesikcivakfi.org bipirsin.
 

Çalakîyên Nêzîk
  • 12
  • Ber
SPASÎ

SPASÎ
Ji hemû kesên ku bi boneya koça dawî ya hevjîna min Leman Beşîkcî, çi...