Rapora Komxebata Online ya Diyaloga Civaka Sivîl ya 2020an hat weşandin

Komxebata Diyaloga Civaka Sivîl, di navbera 19-20ê Îlona 2020an da wekî rêze-civînên nîvrojane yên online, bi vexwendina Weqfa Îsmaîl Beşîkcî (WÎB) û bi Nûnertiya Tirkiyeyê ya Friedrich-Ebert-Stiftung hatiye organîzekirin. Ev komxebat, di navbera saziyên civaka sivîl de yên ku li Stenbol, Amed û derveyî welêt, di qadên ziman, dîrok, çand, huner û edebiyata Kurdî da xebatan dikin, bi rêya bihêzkirina temas, diyalog û muzakereyê, derfetên hînbûna sazîbûnê, pêşvebirina tevkarî û şirîkatiyên saziyan ji xwe ra dike armanc.

Saziyên wekî Şermola Performans, Komeleya Danasîna Sermiyana Îsmet Şerîf Wanlî û Perwerdehî, Çand û Pêşvebirina Mafên Mirovan, Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Diyarbekirê (DİSA), Yekîneya Lêkolînên Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê (TÜKAB), Weqfa Mezopotamyayê, Koma Xebatê ya Vateyê û Weşanxaneya Vateyê, Weqfa Tahîr Elçî ya Mafên Mirovan, Weqfa Îsmail Beşîkcî (WÎB), Kargeh-Çareseriyên Çandî û Hunerî, Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM) û Chalak Events beşdarî komxebatê bûn.

Çar armancên spesifîk yên komxebatê hene: 1. Di navbera Aktorên Civaka Sivîl (ACS) yên li Stenbol, Amed û derveyî welêt de pêşvebirina diyalog û piştevaniyê; bihêzkirina tevkarî û şirîkatiya saziyan, 2. Agahadarkirina saziyên beşdar derbarê wan xebatan de yên ku ji aliye saziyên din ve tên kirin û pêkanîna sînerjiya di navbera xebatên tên kirin û projeyên tên birêvebirin, 3. Pêşvebirina tevkariyên dualî û piralî yên di navbera saziyan de, pêkanîna derfeta projeyên hevpar, 4. Bihêzkirina kapasîteya hînbûna saziyan, alîkariya pêşvebirina struktura saziyan ya ku daîmî be li ACSyan.

Rapora li ber dest, yek ji berhemên van guftûgoyên di komxebata navborî de ye. Di çarçoveya raporê de, dîsa kurteyeka danasîna saziyên beşdar tê dayîn. Bi vê xebatê armanc ew e ku nîqaşên hatine kirin bên tomarkirin û fikr û pêşniyazên derbarê diyalog û tevkariyên di navbera ACSyan de derbasî nivîsê bibin. Armanca xebata navborî ji aliyekî ve jî ew e ku yekûneka zanyariyan derbarê diyaloga civaka sivîl de pêk bîne û ji aliyê din ve projeya ku wekî pêngaveka ewil e, bi xebatên din bidomîne. Rapor di heman demê de dixwaze ku ji bo sala 2021ê di navbera ACSyan da, bingeha tevkariyên muşexes yên projeyan dane.

Di raporê de ku bi piştgiriya Nûnertyiya Tirkiyeyê ya Friedrich-Ebert-Stiftung pêk hatiye, serenavên wekî Qada Civaka Sivîl ya Kurd: Kêşe, Çareserî, Diyaloga Civaka Sivîl: Aliyên Xurt û Lawaz, Zêdetir Xuyakirina Saziyên Civaka Sivîl,  Zêdetir Xwegihandina Çavkaniyên Fonan yên Navneteweyî, Pêşvebirina Weşangeriya Civaka Sivîl, Pêşniyazên Tematîk ji bo Diyaloga Civaka Sivîl, Ji Bo Tora Civaka Sivîl Hin Pêşniyaz û Ji bo Sala 2021ê Pêşniyazên Projeyan cî digirin.

 

Di raporê de ligel kurtedanasînekê xebat û çalakiyên saziyên ku beşdarî komxebatê bûne hene. Hûn dikarin ji vê duvelankê tevahiya raporê bixwînin.

 

TÜRKÇESivil Toplum Diyaloğu Online Çalıştay Raporu 2020 yayımlandı

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği