Rapora Li Zanîngehên Tirkiyeyê Îxlalên Mafên Akademîk Yên Di Qada Xebatên Kurdî De Hat Weşandin

Rapora Li Zanîngehên Tirkiyeyê Îxlalên Mafên Akademîk Yên Di Qada Xebatên Kurdî De ku ji aliyê weqfa me ve hatiye amadekirin, hat weşandin.

Ev rapora di destê we de ji xebateke çavdêriyê pêk tê ku bala xwe dide li ser îxlalên mafên perwerdehî û agahdariyê, azadiyên akademîk û derbirînê yên akademîsyenên qada Xebatên Kurdî ku ev maf di peyman û belgeyên navneteweyî de hatine parastin û Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye binê wan.

Ji 20 akademîsyenên ku me hevdîtin pêk anî 10 ji beşên Ziman û Edebiyata/ Çanda Kurdî û Ziman û Edebiyata Zazakî bûn; akademîsyenên mayî jî di beşên wekî Zanista Siyasetê, Sosyolojî, Tarîx, Mîmarî, Antropolojî û Têkiliyên Navneteweyî de dixebitîn û xebatên xwe bi giranî bi zimanên tirkî û îngilîzî bi rê ve dibirin. 

Hûn dikarin ji vir tevahiya raporê bixwînin…

TÜRKÇE: Türkiye Üniversitelerinde Kürt Çalışmaları Alanında Yaşanan Akademik Hak İhlalleri Raporu 

ENGLISH: Academic Rights Violations in The Field Of Kurdish Studies at
Turkish Universities

 

Çalakîyên Nêzîk
  • 03
  • Pûş
Gotûbêj: Huner û Bîr
  • 17:00 - 18:00
  • İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon
  • 27
  • Gul
Gotûbêj û îmze: Baran Hemze
  • 14:00 - 15:15
  • İBV Diyarbakır Temsilciliği