Çalakîyên Terasê

  • Amadekar:

    Weqfa Îsmaîl Beşîkcî

  • Cih:

    İsmail Beşikci Vakfı / 1. Salon

  • Dîrok:

    23/03/2024

  • Saet:

    15:00 - 17:00

  • Parve Bike:

Hûrgilîyên Çalakîyê

Di Xebatên Kurdolojiyê de Giringîya Bikaranîna Zimanê Kurdî

 

Li Weqfa İsmail Beşikci gotûbêja bi navê “Di Xebatên Kurdolojiyê de Giringîya Bikaranîna Zimanê Kurdî’’ ji aliyê ferhengnasê kurd Zana Farqînî hat pêşkêşkirin. Moderatoriya vê gotûbêjê nivîskar Miraz Ronî kir. Zana Farqînî di qada ferhengnasîyê de mohra xwe li xebatên parastina kurdî xistîye. 

 

Zana Farqînî di 1967an de li Amedê hatiye dinyayê û Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Li Stenbolê di Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de xebitiye. Gerînendetiya rojnameyên Welatê Me û Azadiya Welat kiriye. Serokatiya Beşa Ziman a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dike û di sala 2011an de demekê jî serokatiya saziyê jî kiriye. Farqînî Beşa Kurdolojîyê ya Zanîngeha Artûklûyê li ser zimanê kurdî master kiriye, heta niha sê ferheng amade kiriye: Ferhenga Tirkî-Kurdî, Ferhenga Kurdî-Tirkî Tirkî-Kurdî û Ferhenga Kurdî-Tirkî. Her wiha çar kitêbên wî yên ku ji tirkî wergerandine kurmancî hatine weşandin. Farqînî niha endamê Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê ye. Yek ji sebebên ku di Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partiyê de ye ev e ku, dixwaze hewl bidin da ku nexşerêyeke ya zimanî çêbibe.

 

Dêstpeka axaftina xwe de Leyla Qasim, Mela Mistefa Barzanî, çeptiyê, muzîka kurdî paşê jî sala 1984an şûnda bi bandoran wan hişyar bûyîna xwe behs kir. Bi kitêba M.Emin Bozarslan Mem û Zînê alfabeya Kurdî hînî Kurdî dibe. Li gor wî kesên ku kilama bizanibe tu carî asimile nabe. Balê dikşîne ser vê mijarê û dibêje “Nivîskar çima di nivîsandin û axaftinê xwe de zimanê serdestan bikartîne, mirov doza çi dike bila bike, lê bi zimanê xwe divê bike. Dema mirov bi zimanê xwe mafê xwe bixwazî nabe? Divê îlehî tu bi tirkî bixwazî? Zana Farqînî di berdewamiya axaftina xwe de got “Ziman amrazekî siruştî ye ku navbera mirovan de têgihîştinê çêdike. Hebûneke zindî ye ku xwedî qaydeyên xweserî xwe ye û bi van rêzikan qeşe bi xwe dide. Pergaleke veşarî ye ku bingeha wî di serdemên dîrokê yên nediyar de hatine danîn û dameziraweyeke civakî ye ku bi dengan hatiye honandin. Ziman parçeyekî girîng ê çand û nasnameyê ye”.

 

Ferhengnas Zana Farqînî li ser mijara Kurdolojiyê de fikrên xwe wiha anî ziman;

“Kurdolojî şaxa zanistê ye ku lêkolînên li ser ziman, dîrok, wêje û folklora kurdî ji xwe re dike mijar. Lê divê ziman di her warî de bê bikaranîn. Zimanê kurdî divê di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn. Ziman her tim tê guharandin. Wek xwe namîne her dem. Hemû tişt li ser ziman tê avakirin. Qedexeyên li ser zimanê kurdî tenê asimilasyona zimanekî nîne, heman demê de tê wateya mirina mîrasa dinyayê jî.”

 

Di axaftina xwe de gotina fîlozofê alman Johann Gottfried Herder anî bîra beşdaran; “Berî hebûna zimên behskirina mirovahiyê bêwate ye, ji lew ra ziman di heman demê de raman e. Mirovên zimanê hevpar dipeyivin, merheleya pêşî ya neteweyê pêk tînin.”  Çawa ku yê mirovan dike mirov ziman e, yê neteweyan dike netew jî dîsan ziman e. Dema behsa neteweperwerî û ziman dibe bêguman navê Ehmedê Xanî tê bîra mirov. Em dikarin bibêjin bi Xanî, şikandina serdestiya zimanên erebî, farisî û tirkî  dest pê bûye.

 

 

Ehmedê Xanî gotiye;

“Safî şemirand, vexwarî durdî

Manendê durê lîsanî kurdî”.

 

Zana Farqînî dema behsa rewşenbîriya kurdî û ziman kir bêhtir behsa duzimaniyê kir. Zimanê rewşenbîriya kurdî ya dewra dawî ya osmanî duzimanî bû; Kurdî û osmanî-tirkî. Weşanên wekî Kurdistan, Jîn, Rojî Kurd, Hetawî Kurd du zimanî derdiketin. Di wan weşanan de kurdên Başûr bêhtir bi kurdî dinivîsandin.

 

Zana Farqînî mijar anî ser rewşa Bakur û wiha anî:

 

Partiyên ji hêla çepgiran ve hatine avakirin zimanê wan bi piranî bi tirkî ye. Li gel vê yekê zimanê organên weşanê yên partiyên bakurî bi giranî tirkî ye. Li Bakur tîpolojiyeke rewşenbîriya kurdî ya tirkîziman çêbûye. Çendî yek jî hêmanên netewebûnê kurdî be jî lê ew hatiye îhmalkirin.” Berdewamiya axaftina xwe jî behsa beşên din jî wiha kir; “Celadet Bedirxan û kovara Hawarê bingeha tîpolojiyeke rewşenbîriya kurdî ya kurdîziman daniye. Di kovaran de tesîra kurdên Kafkasyayê gelek in. Rewşa kurdên Swêdê girîng e.”

 

Dawiya axaftina xwe de jî got; ”Ziman hêmaneke pir girîng a neteweyîbûnê ya damezirîner e. Ziman nasnameya berhemê ye. Nexwe divê hemû hilberîn û çalakiyên zîhnî bi kurdî bên kirin. Ziman bi hilberandina berheman, bi nivîsîna her cure berheman bi pêş dikeve û dikemile, pê diedile û kêmasiyên xwe tekûz dike, hewcehiyên xwe yên zimanî wekî term û çemkan/têgihan dabîn dike.”

 

 

Bername bi pirs û bersivan bi dawî bû.

 

 

 

 

 

Çalakîyên Nêzîk
  • 20
  • Avr