Kurdî English

                                                                                                                                    

Şêwaza zanistê rêbazek herî bi bandor e ku di derbarê fêmkirina civakê, têkilîyên di navbera gelan de û her wiha nakokîyên wan ku dixe qada mijarê.

Têkilîyên di navbera zanist, bîrdozî, bîrdozîya fermî, qedexeyên ramanê, sazûmana sîyasî, pergela sîyasî, azadîya ramanê, azadîya vegotinê, azadîya akademîk de gelek giring in û her wiha lêhûrbûna ser wan mecbûrî ye. Dema behsa zanistê bê kirin; divê têkilîyên di navbera van têgehan de, pêwendîyên wan eşkereyî li ber çav bê raxistin.

Di şêwaza zanistê de, nedîtina dîyardeyan, înkar kirin, serobino kirin, li gor nîyet, sîyaset û îdeolojîyê lê anîn ne pêkan e û her wiha etîk jî nin e.

Têgeha “zanistê” di van salên dawîn de ji peywenda xwe hatî dûrxitin. Hewce bê dîtin an neyê dîtin li her cihê tê bikaranîn. Ev pêvajo hundirê peyva zanistê vala dike.

Di dîrokê de mirovên zanistê, ji bo etîka zanistê ji şêwaza zanistê tawîz nedane. Her ku dema tûndî, çewisandin, terora dewletê de ji çarçoveya şêwaza zanistê derkevin, ewqas ji zanistvanîyê dûr dikeve. Di vê xalê de, ji ber ku Îsmaîl Beşîkcî ji etîka zanistê re dilsoz maye û li hember hemû çewisandinan paş ve gav neavêtîye, di jîyana xwe de 17 salan bê navber di girtîgehan de derbas kirî ye. Rûmet, wîcdan û etîka zansitê û her wiha ya zanistvanan  parastî ye, di dinyayê de bûye mirovek mînak û rêz lê hatî girtin.

Zanist, rêbazeke gelek girîng e. Parastina zanistê ji bo civakên modern nirxeke jêneger e. Ji ber vê yekê jî nîqaşên derbarê naveroka zanistê de jî divê ciddî bê girtin. Armancek wiha ya pirtûka di destê we de heye.

Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre!

 

 


Copyright © 2017