Kurdî English

            

Metna ku hûn ê bixwînin, wexta ku ji ber pirtûka Îsmaîl Beşîkça ya bi navê  Teza Dîroka Tirk, Teorîya Zimanê Rojê û Pirsgirêka Kurd, sê sal cezeyê hefsê dikişîne û wexta ku di girtîgeha Adapazarîyê de ye jî,  nameyeke ku biryara UNESCO’ye rexne dike, dinivîsîne. Name bi xebat, pêşnûma û nameyên din yên taybet ji hêla rêveberîya girtîgehê ve hatine bidestxistin û ji ber nameya ku di nav van de hatîye bidestxistin, nameyeke ku ji serokê Yekîtîya Nivîskarên Swêdê re hatîye nîvîsandin, 10 sal cezayê hefsê lê hatîye birrîn.

Metn; ji ber ku UNESCO sala 1981’ê weke “sala Atatürk” kebûl dike, rexne dike. ‘UNESCO’yê ev biryar li gorî kîjan rastîyan qebûl kirîye’ nîqaş dike. Di heman salê de, generalên zorker bi darbeya leşkerî derbeya leşkerî  kirin û dîktatorîyeke tund dan meşandin. Ji ber vê yekê jî sala “Atatürk“ bi heyteholeke mezin pîroz kirin.  Atatürkê ku neteweya Ermenan li derveyê dîrokê hişt, gelê Rûm heya bi heya mahkûmê bê niştimanîyê kir û raste rast daxilî perçebûna Kurdistanê bûye, ji temamê van sûcan hate pakkirin û careke din weke “zilamekî dewletê yê demokrat ji gelê cîhanê re” hate pêşkeş kirin. Nave Atatürk ji kêleka navên Dehaq, Îvanê Erjeng, Hîtler û Mussolînî rakirin û li kêleka zilamên dewletê yên hemdem bicihkirin.  UNESCO jî, bi tevlêbûna xwe ji derewên bîrdozîya dewleta Tirk re bû rûpoşek. Çepên Tirk dîsa di nav vê hesabdîtina dîrokî de tune bûn. Bêyî ku çep, bi dîrokê re hesab bibînin û bi ser kevin,  bi zanebûneke ku wê li der û dora Tirkîyeyê civakek demokratîk çênebe, bi teorîyeke razber zimanbazî kirin; “demokrasî” an jî hinekî din penceşêra di mejîyê xwe de mezin kirin û hinekî din bûn kemalîst. Di vê metna ku hûnê bixwînin de, helwesta biîstîqrar hew ji Îsmaîl Beşîkcî hat.

Bi hêvîya ku kurdîya pirtûkê cihê xwe bigre!

 

İSBN: 978-605-9073-29-5

 

 


Copyright © 2017